Xizmên Windayan: Li Sûrê dîrok tê hedefgirtin
16:38
JINHA
AMED/AMED - Xizmên windahiyan diyar kirin ku armanca şerê qirêj ku li Kurdistanê tê meşandin windakirina mîreteya bîranîna dîrok û çanda gelên hevpar e û dan zanîn ku bi navê îstimlaqkirinê dîrok û avahî têne hilweşandin.
AMED
Xizmên windahiyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 373'an de çalakiya xwe li Parka Koşuyoluyê li ber Abîdeya Mafê Jiyanê pêk anîn. Di çalakiya vê heftê de dayika Hasan Marangoz ku di 11'ê Îlona 2006'an de, di encama taqîna li Parka Koşuyoluyê pêk hati de jiyana xwe ji dest dabû jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de wêneyê windahiyan û kesên ku hatine qetilkirin hat vekirin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û duh hatina Serokwezîra Ahmet Davutoglu ya Sûrê nirxan. Racî diyar kir ku êdî ew gotinên Serokwezîrê ku 'em ê ji kokê ve bikolin û heta dawiyê têbikoşin' di paşerojê de mane.
Aqîbeta Nazim Gulmez hat pirsîn
Racî çîroka Nazim Gulmez ku di 14'ê Cotmehê 1994'an de li navçeya Hozata Dêrsîmê hatiye windakirin vegot. Çîroka Nazim ku ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'a Amedê Emîn Ermîş ve hate xwendin wisa ye:
"Mala Nazim Gulmez di 14'ê cotmehê saet 09.30'î de ji aliyê leşkerên Tugaya Komando ya Bolu ve hate dorpêçkirin. Leşkerên ku derketibûn operasyonê ji bo Gulmez di xakê de ji wan re pêşberiyê bike bi darê zorê ji malê birine. Bûyer li ber çavên mixtarê gund û hemû gundêyan de qewimiye. Piştî gerîna hevjîna Nazim Gulmez bersiva destûrmendê 'leşker girtine û dawî wî birina li navenda Dêrsîmê berdane' bûye. Hevjîna wî Garîp Gulmez diyar kir ku nivîs û xwendina hevjînê wî hebûye, kesekî zanebûye û ger wî serbest berdana dê ew ê bihatana malê, bi salane îtîrazên wan bê bersiv e."
Piştî vegotina windakirina Nazim ji bo hemû windahiyan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windahiyan ê 373'an bi dirûşmeyê 'Bila kesên winda bêne dîtin û fail bêne darizandin' li Abîdeya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê de pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin hat vekirin. Ji Rêveberên ÎHD'ê Mesut Aydin diyar kir ku şerên ku di tîrmeha 2015'an hatiye destpêkirin her roj bi awayekî cûda têne meşandin û wiha got: "Bandora şerê qirêj xwe li ser bîranîna çand û dîroka gelên hevpar de dide der. Li Sûr û Silopî bin navê îstimlakirinê de malên mirovan tên destserkirin û hilweşandina dîrokê tê hedefgirtin." Mesut da zanîn ku kesên ku projeya xwe dixwaze li Sûr û Silopî têxe dewrê dibêjin ku ger gel razî nebe em tiştek jî çê nekin û ev pirsan pirsî: "Dema ku we qedexeya derketina derve îlankirin ji kesekî pirsîn? Yan di dema qedexeyan hemû binpêkirina mafên mirovan de riza mirovan girtin? Yan jî we bi kevir û diwarên bajarên ku ji aliyê ve hatibû qedexekirin azmûnek çêkir de haya me ji tuneye?"
Mesut dirûtiya UNESCO anî ziman û wiha axivî: "UNESCO li hemberî qetlîama dîrokê bêdeng ma. Em parêzvanên mafên mirovan ligel hemû neheqiyan bangawaziyên xwe yên aştiyê kir."
Piştî daxuyaniyê ji bo kesên windahî 5 deqe çalakiyê rûniştên pêk hat.
(ea/zt)