Jinên ku tevlî nobetên azadiyê bûbûn: Li hemberî faşîzmê wê têkoşîn bidome

18:07

JINHA

STENBOL - Jinên Meclîsa KESK û Endamên ÎEKK tevli nobeta azadiyê ku ji bo akademîsyenên girtî hatiye despêkirin, bûn û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna aştî û demokrasiya jinên akademisyenên ku di vê rê de meşiyane û hatine girtin û da zanîn ku heta dawiyê li hemberî faşîzmê têbikoşin.

Endamên Meclîsa Jinên KESK'ê tevlî nobeda ku 'ji bo akademîsyenên girtî azadî' du hefteye ji bo girtiyên akademisyenên Yrd. Doç. Dr. Esra Mungan û Yrd. Doç. Dr. Meral Camci ku îmzeyên xwe avêtibûn danezan 'Em ê nebin hevkarên vî sûcê', hatibûn despêkirin, bûn. Komîsyona Jinên Kedkar û Karker (ÎEKK) bi meş û dirûşmeyên xwe tevli nobeda ku li ber girtîgehê hatiye destpêkirin bûn. Jinan li ber girtîgehê pankartin wekî "azadî ji bo akademîsyenên girtî", "Em di nobeta azadiyê de ne! Ger hûn bêjin şer, em ê jî bêjin aştî! Heke hûn bêjin dijminatî, em ê bêjin biratî", "Tecrît sûceke mirovahiye" vekirin. Her wiha kesên ku tevlî nobedê bûn li ser balonan navê akademîsyenên hatine girtin û nivîsên wekî"Jin Jiyan Azadî" û "Êdî Bes e" nivîsandin. Di demên nobedê de dirûşmeyên "Li derve û li hundir hucreyan perçe bike", "Tundî nikarin me bêzar bike", "qesrê şer, gel aştî dixwaze" berzkirin.

'Daxwazên hevalên me daxwazên me ne'

Ji Endama Meclisa Jinên KESK'ê Done Gevher Koyun di têkildarê akademîsyenên girtî de axivî û diyar kir ku Meral Camci û Esra Mungan ji ber daxwazên xwe yên aştiyê hatine girtin û ev tişt anî ziman: "Daxwazên hevalên me daxwazên me ne jî. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên dewletê ya şer têbikoşin. Heman demê de Esra Mungan endama me ya Şaxa Hejmara 6'an ne jî. Em hem di vî welatî de şopdarên aştî û demokrasiyê ne hem jî ji bo ku piştgirî bidine hevalên têkoşînê hatine vir."

'Dê têkoşîna me ya li hemberî faşîzmê bidome'

Ji Endama Komîsyona Jinên Kedkar û Karker Pinar Bozkurt da zanîn ku dewlet dixwaze bi girtinan wan li hemberî polîtîkayên şerê xwe yê qirêj bêdeng bike û wiha axivî: "Wisa difikirin ku bi girtin û îşkenceyan me bêdeng bikin. Em wan fikra wan di girtina welatiyan de, di êrîşên kedkar û karkeran de, di pişt şikandina parêzvanan de dibînin. Lê çawa ku akademîsyenên girtî serî netewandin, mamoste Meral û mamoste Esra hîn bi serbilindî disekinin em ê jî wisa di têkoşîna xwe de ranewestin." Pinar anî ziman ku ew azadiya akademîsyenan dixwazin û wiha pê de çû: "Em ê li hemberî polîtîkayên qirêj her tim piştgiriyê bidin gelê kurd û em ê têkoşîna wan ê li hemberî faşîzmê bidomînin."

Nobeda jinan bi firandina balon û dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(ea/rc)