Jinan şitil çandin û 'azadî' xwestin
18:08
JINHA
AMED - Jinan bi boneya 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Parka Azadiyê 67 şitil çandin.
Jinan bi boneya 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya çandina şitilan pêk anîn. Parlementara HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Feleknaz Uca, Endama Kordînasyona KJA ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevseroka Şaredariya Yenîşehîr Ulku Baytaş, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevserokên HDP'ê û DBP'ê ya navçeya Yenîşehîrê jî di nav de gelek jin li Parka Azadiyê ya ku li hêla Seyrantepe ya girêdayê navçeya Yenîşehîre ye hatin gel hev.
'Divê ji bo aştiyê Abdullah Ocalan azad be'
Piştî çalakiya çandina şitilan Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku ji bo aştî û çareseriyê divê ji her demên bêtir gelek zêde xebat bê meşandin û ev tişt got: "Ji ber vê sedemê ye em jin wekî salên borî di 4'ê Nîsanê de hem ji bo daxwazên aştiyê û hem jî ji bo qîrkirina azadiya Birêz Ocalan li vir in."
Nursel da zanîn ku ji bo hatina aştiyê divê Abdullah Ocalan azad be û wiha got: "Divê ji bo pêşketina aştî û çareserkirina pirsgirêkan tecrîta ku ev 7 meh in li ser Abdullah Ocalan tê meşandin bê rakirin û dîsa vegerin Mutabakata Dolmabahçeyê."
(ea/rc)