Meclîsa Jinên Êzidî ên Şengalê: Hebûnê Rêbertî hebûna jinane

09:08

Jînda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Endama Meclîsa Jinên Êzidî ên Şengalê Neam Îlyas diyar kir ku hebûnê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebûna jinan e û got, "Wek jin bi hebûnê Rêbertî re me xwe naskir. Em dizanin ku, bi felsefeyê Rêbertî re em ê serkeftinê bi dest bixin. Di vê çerçoveyê de wek jin em ê bibin yek û bi serkevin. Em ê Rêbertiyê xwe ji nav çar dîwaran derînin."

Bi wesîleyê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Endama Meclîsa Jinên Êzidî ên Şengalê Neam Îlyas ji ajansa mere nirxandin kir. Neam rojbûna Abdullah Ocalan li tevahî gel pîroz kir û wiha got, "Em her gav şopdarê felsefeyê Rêbertiyê xwe ne. Rêbertiyê me rêberê gelê bindeste. Li kur dibe bila bibe, her kesê ku ramanê wî famkirî, dizane felsefe û têkoşîna jiyanê wî ji bo azadiya jine. Azadiya jin esas tê girtin. Rêbertiyê me nirxek mezin dide jinan. Hişmendiyê mirovahiyê bi hebûna jin avakir."

'Eger ne ji Rêbertîba em ê tev hatibana qetilkirin'

Neam destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her gav di dilê wan de dijî û wiha pêde çû, "Eger ne ji Rêbertîba wê li çiyayê Şengalê yek Êzidî nemaba. Tevahî rê hatibûn girtin. Em bi komkujiyek komîre rû bi rû mabûn. Rêbertî em rizgar kirin. Bi sayê Rêbertî em hînê rêxistinbûnê bûn. Bi raman û hişmendiyê Rêbertî me meclîsa jinên Êzidî avakir. Me hêzên parastinê YJŞ'ê avakir. Li Şengalê berxwedanek bê hempa hat meşandin. Serkeftin û rizgarkirina Şengalê tev bi felsefeyê Rêbertî ve girêdaye."

'Bi yekîtiyê xwe em ê Rêbertî ji nav çar dîwaran xilas bikin'

Neam da zanîn ku hêzên desthilatdariyê bi girtina Abdullah Ocalan re xwestine fikrê azadiyê di nava çar dîwaran de biçewsînin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em wek jinên Êzidî hêzên ku Rêbertiyê me di nav çar dîwaran de radigrin şermezar dikin. Roja 4'ê Nîsanê ji bo me rojek gelek xweşe. Bi hebûnê Rêbertî re hebûna jin jî avadibe. Ji ber bi Rêbertî re wek jin me xwe naskir. Li kur dibe bila bibe, her kesê ku ramanê wî famkirî, dizane felsefe û têkoşîna jiyanê wî ji bo azadiya jine. Azadiya jin esas tê girtin. Rêbertiyê me nirxek mezin dide jinan. Hişmendiyê mirovahiyê bi hebûna jin avakir."

'Bêy Rêbertî jiyan nabe'

Neam gotina Abdullah Ocalan jî bi bîrxist û wiha dawî li gotina xwe anî, "Rêbertî dibêje ku 'Heya jin azad nebe civak jî azad nabe'. Şengal bi serkeftinên xwe gelek jin, zarok û mirovên Êzidî xilas dike û ev yek dê berdewam jî bike. Yê ku dîlgirtiyên di destê DAIŞ'ê de rizgar kir cardin ramanê Rêbertiye. Em ê ti car Rêbertiyê xwe ji bîr nekin. Ez ji niha ve 4'ê Nîsanê li tevahî malbat û kesên dîlgirtî pîroz dikim û hêvî dikim ku tevahî dîlgirtî azad bibin. Ez rojbûna Rêbertî li Rêbertî, şopdarê azadiyê û bi taybet li dayîka xwe pîroz dikim û dibêjim ku bêy Rêbertî jiyan nabe û jin azad nabe. Bijî Rêber Apo."

(rc)