Li Terolerê gotina dayîka Safiye: Em Gurgumek din naxwazin
09:09
Filiz Zeyrek/JINHA
MURGUM - Safiye Yildiz a ku di nava berxwdana Terolerê de cîh digire di komkujiya Gurgumê de kurê xwe û xizmên xwe winda kiriye. Safiye ya 66 salî diyar kir ku wan ew rojên tarî ji zarokên xwe re jî venegotine û got: "Em elewiyên berê nînin, em nahêlin gurgumek dinê bê jiyan kirin."
Li Taxa Teroler a navçeya Dulkadir a Gurgumê berxwedan li hember bajarê konteyneran ên dixwazin avabikin 10 rojin berdewam dike. Me ji gelê elewiyên xwediyê felsefeya "Qulbeya me mirove" ew qas ji mirovan hezdikin pirsa "çima hun koçberiyê naxwazin" pirsî. Paşê me bersiva wê ji yek ji jinên di berxwedana Teroler de pêşengiyê dike dayîka Safiye guhdarî kir.
'Zarokên di zigê dayîka wan de qetilkirin'
Safiye Yildiz a 66 salî da zanîn ku ewê qet desturê nedin Gurgumek dinê bê jiyan kirin. Yek ji jinên komkujiya Gurgumê pir ji nêz de dizane dayîka Safiye kurê xwe û gelek xizmên xwe têde windakiriye. Safiye destnîşan kir ku ew carekdin naxwazin wan rojên tarî bibînin û wiha domand: "Ez li gel vî temenê xwe yê mezin li vêderê di berxwdanê deme. Emê li ber xwe bidin û ticarî desturê nedin van kirinan. Ez bûk hatim vî gundî, piştî salan komkujiya Gurgumê hat jiyankirin. Kurê min li gel malbata min li Gurgumê jiyan dikir. Kurê min di dawîreya dewletê de jiyan dike, hevjîna wî jî nû zayînkiribû. Keçek wan a 3 mehî hebû. Kurê min ji aliyê hevalê xwe yê herî nêz ve hat qetilkirin. Hevalê kurê min her dem di hat mala me, min ji wan re xwarin çêdikir, lê wan çî kir, tenê ji ber kurê min elewîbû qetilkirin. Em 3 rojan negihan cenaze, weke roja mehşerê bû. Ew roj ji ber çavê min naçe, deruniya min xirabûyîbû, çend caran min xwest xwe întihar bikim her carê ez xilasdikirim. Ew roj ji bo min gelek zor bû, min hem kurê xwe hem jî gelek xizmên xwe windakir. Birayê min jî di navê de bi hezaran birîndar hebûn, her der gola xwînêbû. Çî dixwestin bi qetilkirina wan mirovan çî ket destê wan, çî kirin gelo elewî qedandin? Jinên ducanî qetilkirin li gel zarokên di zigê wan de. Jin tecawîz kirin, zarokên bê guneh qetilkirin. Musilmanî xebitandin û mirov qetilkirin."
'Dilê me têrnake em wan rojên tarî vebêjin'
Safiye bilêv kir ku despêkê malên wan bi sor nîşan kirin lê kesê nedizanî ew ji bo çî kirin û wiha berdewam kir: "Despêkê mala gelek elewiyan bi boyaxa sor nîşan kirin. Mirov çawan bizanin ji bo çî mal nîşan kirine. Serê sibê zu ser malên wan de girtin. Hemûyan xwe xistin odeyek buçuk de ji bo xwe veşêrin lê cardin jî nekarîn rizgarbibin. Mal gulebaran kirin, wê demê birayê minê dibin sediyê de ji lingê xwe birîndarbû, di wî halî de jî dengê xwe dernexist. Dema ku xwestin hemû malbatan min gulebaran bikin û li wê qetilbikin, yekê nerazîbûn nîşan da û destur neda, wê demê nekuştin lê ketin destê leşkeran. Lê her kes weke wana bişans nebûn, wê demê her kes qetilkirin. Bi rojan kesê agahî ji kesê negirtin. Her kes li ber teqînê bûn, zarokên her kesê windabûn, 3 rojan bûyer berdewam kirin. Ya wan kirî kes nikare bike, bi hovîtî komkujî kirin. Çiqas dem derbasbibe jî em ticarî jibîr nakin. Zarokên me cesaret nake wan rojan bipirsin jî. Ji ber dilê wan têr nake, em jî dilnadin ji zarokên xwe re bêjin, ji ber dilê me jî têr nake em wan rojên tarî vebêjin."
'Ev tenê ne karê nijadperestanbû pîlanê dewletê bû'
Safiye anî ziman ku ji çiyayan bi hezaran mirovên di destê wan de cop û çek heyî daketin nava wan û wiha dom kir: "Em gelek ditirsiyan, me nediwêra em serê xwe ji malê derxînin. Ev tenê ne karê nijadperestanbû di heman demê de pîlanê dewletê bû. Ev rewş bi fermana dewletê çêbû. Ev komkujî bi destê dewletê çêbû. Li gel evqas komkujiyan jî em ser tirkan de neçun. Cîranên me yên tirk hene, em weke malekêne. Xwarin û vexwarina me di nava hev dene. Em dîsan jî li gel hemû ziman, nasname û baweriyan weke mirov nêzî her kesê dibin. Cîranên me ji wan rojan şerm dikin. Ew jî niha hatine li vêderê kon danîne. Em ne li hember mêvananin, di demên teng de em her dem alîkarî dikin, lê ev rewşek cudaye. Em qet vê napejirînin."
'Em ne weke berê ne'
Safiye wiha pêde çu: "Ev qas erd heye çima vêderê. Ji bo em carekdin Gurgumek dinê nejîn emê li vêderê li ber xwe bidin. Bila nefikirin ku em weke berê bê hêzin. Em ne weke berên ne. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bidin û emê desturê nedin Gurgumek dinê."
(zt)