Jinên Rojava bîranînên xwe yê ligel Abdullah Ocalan vedibêjin

09:14

Gulan Botan-Lîlav Çolî/JINHA

QAMIŞLO - Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên ku di demên cuda de li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mane rojbûnê Abdullah Ocalan li tevahî gelê cîhanê pîroz kirin û tecrîda şidandî yê li Îmraliyê bi tundî şermezar kirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji dîroka 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi parêzeran re têkiliya wî hatiye qutkirin, ji 6'ê Cotmeha 2014'an vir ve bi malbatê re têkiliya wî hatiye birîn û ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve jî bi heyeta Îmraliyê re jî têkiliya wî hatiye qutkirin, ev salekî ye der barê wî de tu agahî nayê girtin. Bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên Kantona Cizîrê ên ku di dîrokên cuda de ligel Abdullah Ocalan mane nirxandin kirin.

'Rêber Apo hêviyê gelê ku jiyanê wan têk çûyî ji nû de rûh da'

Endama Meclisa Kongreya Star a bajarê Qamişlo Rabîa Tirkî Zilfo yek ji jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye. Rebîa di derbarê rojê de wiha hestên xwe parvedike, "Bi rastî rojbûna serok Apo ji gelê Kurd re wek ronahiyê ye. Ji ber ku gelê kurd ketibû nav tariyeke pir giran. Gelek partî û serokên Kurd rabûn û hatin pelçiqandin. Rêber Apo hêviyê gelê ku jiyanê wan têk çûyî ji nû de rûh da." Rabîa her wiha qala hevdîtina xwe yê ligel Abdullah Ocalan kir û wiha domkir, "Dema ku min serok dît ez pir bi kelecan bûm. Rêber Apo bi sekn, zanebûn, rêveberî û felsefeya xwe kesayetek taybete. Sekna Rêbertî sekneyeke ku mirov jê kelecan dibe. Di 14'ê Sibata 1992'an de min Rêbertî dît. Lê beriya wê jî min ew nas dikir û girêdanê me bi wî re hebû. Dema ku min Rêbertî dît, min soza têkoşînê da û ji wê demê heya niha bi aweyek çalak nava têkoşînê de cih digrim. Serkeftinên îro pêk tên bi sayê Rêbertî û têkoşîna wî ye. Em ê her dem şopdarê vî rêyê bin."

'Ez bi hêviyê dîtinê Rêbertî dijîn'

Atiye Îzet rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got, "Ez Rêbertî bi silavên taybet silav dikim. Ji ber tecrîda şidandî em agahî ji Rêbertî nagrin. Ez tecrîdê şermezar dikim. 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê meye. Em Rêbertî ligel xwe dixwazin. Heya dilopek xwîna xwe yê dawî ji bo azadiya gel û Rêbertî em ê têbikoşin. Ez bi hêviyê dîtinê Rêbertî dijîn. Ji bo azadiyê Rêbertî têkoşîna aştiyane dê berdewam bike."

'Min ji Rêbertî hêzek mezin girt'

Xensa Silêman jî di sala 1992'an de diçe Qada perwerdê yê Mahsûm Korkmaz û li wir Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne. Xensa Silêman wiha qala wan kêliyên ku jiyan kirî dike, "Em çûn Lûbnanê ji bo em Rêbertî bibînin. Li wir Rêbertî ji me re civîn li darxist. Dema me ew dît me digot dûnya tev ya me ye. Herkes pir kêfxweş bû. Min ji Rêbertî hêzek mezin girt. Heya ez sax bim ez ê di rêya Rêbertiya xwe de bim. Hebûn û nebûna me Rêberê me ye."

'Ez rojbûna Rêbertî wek rojbûna tevahî gelê Kurd dibînim'

Terfa Mûsa 4'ê Nîsanê li Rêberê PKK'ê, gelê Kurd û bi taybet jî hêzên parastinê YPG-YPJ, HPG û Yekîtiya Star pîroz kir û wiha got, "Ez di meha Mijdarê de çûm Şamê û min li wir Rêber Apo dît. Min bawer nedikir ka rastiye an xewne. Min digot qey ez xevnan dibînim. Kelecanek mezin bi mire avakir. Rêbertî kedek mezin li ber gelê Kurd daye. Ji ber vê hêjaye ku ji bo wî em her kes canê xwe feda bikin. Terfa girîngiya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dide jinan jî vegot û wiha pêde çû, "Rêbertî mafên jin bi me da nasîn. Pergal her dem mafê jin binpêkiriye. Rêbertî hêza jin yê rêxistinkirinê avakir. Ez rojbûna Rêbertî wek rojbûna tevahî gelê Kurd dibînim. Ji ber vê li tevahî gelan pîroz dikim."

'Dîtina Rêbertî maneviyetek bi hêz da min'

Yazî Xelef jî di despêka axafitina xwede rojbûna Rêberê PKK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir û wiha got, "15'ê Tebaxê em çûn gel Rêbertî û civîn ji me hemûyan re çêkir. Dîtina Rêbertî maneviyetek bi hêz da min. Me wiha dihesiband ku Kurdistan rizgar bûye, em ewqas kêfxweş bûn."Yazî Xelef di dawiyê axaftina xwe de îşare bi tecrîda şidandî ya li Îmraliyê kir û wiha pêde çû, "Heya ku em vê tecrîdê ranekin û Rêberê xwe azad nekin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe ji Îmraliyê derxînin'

Sakîne Kenan jî 4ê Nîsanê li gelê Kurd pîroz kir û wiha vegot, "Em Kurd li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo dijîn. Hemû hêzên me yên siyasî û leşkerî di xeta wî de ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin û heya dilopek xwînê me hebe, em ji dû vê dozê venagerin." Sakîne hevdîtina xwe bi Abdullah Ocalan re wiha anî ziman, "Dema min Rêbertî dît, ez pir kêfxweş bûm. Rêbertî bû ronî û li cîhana me de vêket. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heya ku Rêbertî were nav me. Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe ji Îmraliyê derxînin. Bê serok jiyan nabe."

'Jiyanê rast çewan tê jîn hînê me kir'

Dayîka fermandara YPG û YPJ Jinda Ronahi (Nevila Yusuf) a ku di şerê li gel çeteyan jiyana xwe ji dest daye Hemdiye Kotî, diyar kir ku hesreta dîtina Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan di sala 1997'an de pêk hatiye û wiha qala hevdîtina xwe dike, "27'ê Mijdarê ango sersala partiyê bû, em 3'ê roj li qadê Rêbertî man. Rêber Apo ji me re derbarê dîroka Kurdistanê axivî. Rêbertî gelek behsa jinê jî dikir. Wê demê me hîna wek jin xwe nas nedikir. Rêbertî zanebûn û moral da me. Jiyanê rast çewan tê jîn hînê me kir."

Hemdiye gotinên Rêberê PKK'ê ên di civînê de ji wan re gotiye jî parvekir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em hewldidin hêzê ku me ji Rêbertî girtiye, bixin xizmeta têkoşîna jinê. Rêbertî dixwest jin ji koletiyê rizgar û azad bibe. Em wek jin pêwîste xwedî li Rêbertî derkevin û dev doza wî bernedin ta em welatê xwe rizgar bikin û Rêberê xwe ji Îmraliyê derxin. Divê wek gel em xwedî li şoreşa Rojava ku bi kedê Rêbertî hatiye avakirin derkevin û xwe azad bikin. Êdî bese ji koletiyê re."

(rc)