Li Hezexê jinên di rêya Meryem de dimeşin

10:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexê li gorî gotinan Dayîka Meryem 7 caran xwe li hember guleyan kiriye bend. Îro jinên Hezexê jî dibêjin; "Emê weke Meryem ji bo ax û zarokên xwe emê xwe bikin bend."

Navê Meryem a ku li navçeya Hezexa Şirnexê 7 caran li hemberî gulebaran û êrîşan xwe kirî bend Beyd Zabdey e. Wateya navê wê ji nû ve ji xweliya xwe şînbûne. Di demên dawiyên qedexeya derketina kolanan de Hezexê ji komkujiyek din re şahidî kir. Li gorî gotinan wêneyê Meryem di dêrek a navçeyê de bûye, li wê jî wêneyê Meryem parastina navçeyê kiriye û ji komkujiyê parastiye. Hezexa ku 7 caran di komkujiyan re derbas bûye, weke navê Meryemê ji nû ve cardin şînbûye. Jinên Hezexê yên ku di rêya Meryem de dimeşin wiha axivîn: "Serê jinên Hezexê bilindin. Ew me bixeniqînin jî emê tiliyên xwe bilind bikin. Emê ticarî paşde neçin."

'Dê Hezex ji nû ve bê avakirin'

Meryem Donmez a ku li Taxa Yeniya ku têde rêveberiya cewherî ketiye meryektê dirune got: "Li vêderê suryanî bi şur hatin qetilkirin. Ev çîrok mezinên me ji bo me gotine. Dema ku me guh dida tiştên wê demê bi serê wan hatîn, em şaş diman. Em difikirîn ku mirov çawan ew qas dikare xirab bibe? Çawan zarok û ciwan jî di navê de her kes qetildikirin? Yên berê kirî niha jî dikin. Ciwanên me qetilkirin. Dema ku ew hebûn, ev der gelek xweşbû. Ew ji me girtin. Emê weke Dayîka Meryem destê xwe rakin. Em ticarî van komkujiyan jibîr nakin. Emê ji nifşên piştî xwe re jî bêjin. Dê Hezex ji nû ve avabibe."

'Dayîka Meryem li hember gulebaranê zarokên xwe parastiye'

Semra Tuşpa jî da zanîn ku berxwedan ji bo Hezexê pir bi wateye û wiha domand: "Ciwanên li vêderê berxwedanek ji temenê xwe mezintir dan meşandin. Ya ciwanan xwestî esmanek azade. Çawan berê jî 7 caran komkujî kirine li vêderê û bi serneketine cara 8'an jî em qetilkirin lê bi serneketin, jiber emê cardin tekoşîna xwe berdewam bikin. Yên wenda dikin ewin, Dayîka Meryem li hember gulebaranê zarokên xwe parastin. Ew nikarin me tine bikin."

'Heya serketinê berxwedan berdewame'

Zeynep Seman jî destnîşan kir ku mala wê hemû hatiye xirakirin û wiha berdewam kir: "Şehîdên me li vêderê ne, em ji vêderê bi ti deveran de naçin. Emê vê komkujiyê jî derbas bikin. Em ticarî tiştên bi serê me anîn jibîrnekin. Serê jinên kurd bilinde. Emê berxwedanê berdewam bikin. Heya serketinê emê li ber xwe bidin."

(zt)