Li Hesekê semîner ji bo 4 Nîsanê hat dayîn
10:28
JINHA
HESEKÊ - Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Şaredariya Gel a taxa Nasra ya girêdayî bajarê Hesekê bi amadebûna dehan endamên Şaredariyê semînerek lidar xist.
Şaredariya Gel bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan li taxa Nasra, bi amadebûna dehan endamên Şaredariya bajarê Hesekê semînerek lidar xist. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Semîner ji hêla endama Şaredariya Gel Leyla Sarûxan ve hate pêşkêşkirin, di semînerê de qala jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li ser tê meşandin hate kirin.
Di semînerê de sîstema îşkenceya Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber pêk tê, hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Dewleta Tirkiyê bi girtina Rêber Apo nikare doza gelê Kurd têk bibe, berovajî wê têkoşîna me hîna zêdetir bilind bûye û hêviyên azadiyê li her derê belav dibe. Rast e ku Rêber Apo fîzîkî dûrî me xistine, lê bi fikir û felsefeya xwe di nava me de ye. Em ê bi fikir û ramanê azad rêya serkeftinê bidest bixin û kiryarên hovane yên dewletên mîna Tirkiyê têk bibin."
Leyla got,"Rêber Apo yekemîn kes e ku ji bo mafê jinê bang dike û ji bo bidestxistina mafê wê têkoşîneke bêhempa daye meşandin, îro jî jin di hemû qadan de li gorî baweriya Rêber Apo derdikeve û soza bilindkirina têkoşînê nû dike."
Di dawiya semînerê de kartên spasiyê bi boneya 4'ê Nîsanê ji bo endamên şaredariyê hatin belavkirin.
(ee/hs/rc)
.