Li Êlihê ji bo piştevaniyê 'Bekoyê ewan' hat lîstin

11:36

JINHA

ÊLIH – Şaxa Egîtîm Senê bi boneya piştgiriya welatiyên bajarên wan ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, lîstika şanoyê ya “Bekoyê ewan” da pêşandan. Hatina lîstikê dan welatiyan mexdûr.

Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê bi boneya piştgiriya welatiyên bajarên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xera kirin lîstika şanoyê ya “Bekoyê ewan” a ku derheneriya wê Îhsan Arat dike û ji aliyê Koma Şanoyê ya Egîtîm Sena Êlihê ve tê lîstin da pêşandan.Lîstik li Salona Pêşandanê ya Nanvenda Çandê ya Nû hate lidarxistin û rêveber û bi sedan endamên Egîtîm Senê ve hate temaşekirin. Lîstika ku behsa çîroka Mem û Zînê ku çawa Beko fesadiyê dike û nahêle evîna wan bigîhîje vedibêje, ji aliyê temaşevanan ve bi baldarî hate temaşekirin. Di lîstikê dem bi dem kêliyên kefxweş jî hate jiyîn û bidawîkirina lîstikê re temaşevan bi deqîqeyan li çepikan dan. Egitîm Sen, pereyên jê hat bexşî welatiyên mexdûrê şer hat kirin.

(zt)