Li Hezexê jin jiyanê ji nû ve avadikin
12:44
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya ku dorpêç û rêveberiya awarte nîvro rabûye, welatiyên bi darê zora dewletê koçber kirin dîsa li tax û warên xwe vedigerin. Xanî û warên ku hatine wêrankirin bi destê jinan ji nûve tên avakirin. Jinên ku vegeriyan malên xwe û rastî xaniyên wêran hatin, dest û bendên xwe badan û dest bi paqijiyê kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a 44 rojan bi roj hate rakirin. Piştî ku qedexe hate rakirin asta hovîtiya ku hêzên dewletê li navçeyê pêk anîne jî derdikeve holê. Piştî 44 rojan dema qedexe rabû welatiyên ku ji navçeyê derketibûn vedigerin navçeyê. Hêzên dewletê li hemû noqteyên hatin û çûyînên navçeyê ne bi wesayîtên zirxî sekinandin û welatî heta êvarî rawestandin. Li gel astengiya leşkeriyê welatî 3 rojin vedigerin warê xwe û hewl didin birînên xwe derman bikin. Welatiyên vegeriyan xanî û malên xwe rastî war û malên wêran hatin. Xaniyê wan tev hatibû wêrankirin û hilweşandin. Welatiyên vegeriyan, ji bo dîsa bi cih bibin, dest bi paqijaya xaniyên xwe kirin û hewl didin stareyekê ji bo xwe aava bikin. Di paqijî û avakirinê de herî zêde jin pêşengiyê dikin. Malbatên ku bi traktor, dolmîş û erebokên destan alav û amûrên xwe bar kiribûn, piştî vegeriyan dest bi paqijiyê kirin. Welatiyên ku nivîn û amûrên wan wêran bûye, ji nava hev derdixin û yên saxlem cuda dikin. Ji yên saxlem dişon û dîsa hewl didin ku bikar bînin. Welatî ji bo zû birînên xwe derman bikin û dest bi jiyana asayî bikin zend û bendê xwe vemaltine û lez bi lez karê paqijiyê dikin. Jinên ku xanî û malên xwe paqij dikin bi gotinên "Ew çi bikin bila bikin em cih û warên xwe terk nakin, bêtir em dê li têkoşîn û doza xwe xwedî derkevin" bertekên xwe anîn ziman.
Piştî êrîşan ji malbata Goran 4 malbat ku xwedî 20 nifûse, xaniyê ku dewletê xerakir paqij kirine û di 2 odeyeyan de bi cih bûne. Di malê de ji 4 jinbiran 2 jinbira cilan dişon, jinbirayek xwarin amade dike. Ji jinbira Hazniye Goran, diyar kir ku xaniye wan bi gulaya hawanê hatiye rûxandin û ji ber êrîşên dijwar neçar man ku xaniyên xwe terk bikin. Goran, anî ziman ku çawa wedexe bi dawî bû dîsa vegeriyan û wiha got: "Em cih û warên xwe terk nakin. Em dê axa xwe çawa berdin. Em nikarin axa xwe berdin û biçin. Ev axa şehîdên me ye. Em dê heta dawî têbikoşin."
Hanim Uzun û malbata xwe jî piştî qedexe rabû bi lezgîn vegeriya Hezexê û dest bi paqijiya mala xwe kir. Hanim, li gel malbata xwe ya 10 kesan di odeyekê de bi cih bûn û dest bi paqijiyê kir. Hanim, da zanîn ku xaniyê wan xera bûye û tenê odeyek wan saxlem maye. Hanim, bibîrxist ku ew bi tu deran de naçin û warên xwe terk nakin û wiha got: "Hewce be em dê li hewşa xwe kon vedin û em naçin tu derê."
(zt)