Li Kobanê jinan ji bo 4 Nîsanê dar çand

12:50

JINHA

KOBANÊ - Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûnê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Saziyê Malbatên Şehîdan li Kobanê şitlê fêkiyan çandin.

Bi wesîleyê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kantona Kobanê bi pêşengiya jinan şitlê fêkiyan hatin çandin. Saziyê Malbatên Şehîdan yê bajarê Kobanê bi wesîleyê rojê li pêşiya Goristana Şehîd Dîcle ya bajêr 100 darên fistiqê li cihê parkê ku nû hate vekirin çandin.

Bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ruhilat Mele Xelîl axivî û 4'ê Nîsanê li malbatê kesên ku jiyana xwe ji dest dane pîroz kir û wiha got, "Ev roj rojeke dîrokiye ji bo tevahiya gelên Kurd. Ez vê roja binirx bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Em hêvîdarim tev rojên me bibin wek vê rojê. Keda dayîkên şehîdan û şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya gel feda kirin û serketin bidest xistin, divê qet neyê jibîr kirin û jixwe me ji ber vê yekê park li pêşiya Goristanê çêkir."

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Kelîme Dûmer jî wiha got, "Rojbûna rêbertî rojbûna gelê Kurd e. Bi têkoşîna wî re jinê rêya azadiyê nasî û êdî dikare mafê xwe bi dest bixîne û xwe ji koletiyê rizgar bike. Ji ber Rêbertî ji darên fistiqê û bi giştî jî ji xwezayê hez dike me îro li vê parkê dar çandin."

Jinan piştî dar çandin û avdan dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî berxwedana Bakûr" berz kirin.

(ze/rc)