'Nobeta Nûçeyan' yê li sînorê Qamişlo-Nisêbîn despêkir

13:42

JINHA

QAMİŞLO– Rojnamevanên li Kantona Cizîrê li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê banga bihêstiyarîbûnê li raya giştî kirin.

Sazî û dezgehên çapemeniyê yên li Kantona Cizîrê ku li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad bi armanca balkişandina ser êrîşên hêzên AKP’ê yên li Nisêbînê ku car caran Qamişlo jî hedef digirin, hemle dane destpêkirin û bi vê armancê li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê daxuyanî dan.

Di çalakiya ku li ser navê Komîteya Birêxistinkirina Kampanyaya “Ji Bêdengiyê re na” hate organîzekirin û bi dehan endamên saziyên ragihandinê tevlî bûn de Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat axivî û diyar kir ku ewan çalakiya xwe ji bo balê bikişînin ser buyer û êrîşên li Bakurê Kurdistanê pêk tên û bi erkekê ragihandinê rastiyan ragihînin çalakî dane destpêkirin. Ekrem anî ziman ku dê ew ê her roj li ser sînor di nava çalakiyê de bin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Ez bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniya kurd, ereb, û cihanê dikim ku ew jî tevlî çalakiya me bibin û rastiyan ragihînin.”

‘Êrîşên xwe bisekinînin’

Piştî axaftina Ekrem daxuyaniya ku bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hatiye amadekirin, hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê nivîskar Ciwan Nebî hate xwendin. Ciwan anî ziman ku ev çend meh in bajarên kurdan û gelê kurd di bin êrîşên dewleta tirk de ne û hemû çekên dijwar tên bikaranîn. Ciwan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Artêşa Tirk êdî tenê bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hedef nagire, sînorên Rojavayê Kurdistanê-Suriyeyê jî kirine hedef. Bi taybetî bajarê Qamişlo kiriye hedefa bombe û guleyên xwe. Li hemberî van êrîşên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, raya giştî ya Tirkiye û cîhanê, her wiha dezgehên çapemeniyê di nav bêdengiyekê de ye. Em wekî rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Rojavayê Kurdistanê van êrîşên hovane û bêdengiya ragihandinê şermezar dikin. Em ji Neteweyên Yekbûyî û hêzên navnetewî, her wiha raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dixwazin ku zorê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku êrîşên wan ên hovane li ser gelê kurd rawestîne. Her wiha em bang li hemû rojnamevan û dezgehên ragihandina kurdî û cîhanî dikin ku bi erka ya exlaqî û pîşeyî rabin û binpêkirinên dewleta tirk, kuştina rojnamevanan, û hemû rastiyên li herêmê ragihînin.”

(kom/rc)