Amedekariya 4 Nîsanê li Til Temirê bi dawî bû

13:59

JINHA

TIL TEMIR - Di çarçoveya pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê şaredariya bajarê Til Temir dest bi paqijkirin û xemilandina bajêr û baxçeyê Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan kirin.

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan amedekariyê pîrozbahiyê li bajarê Til Temir bi dawî bû. Amedekariya ku çend rojan ji aliyê Şaredariya Bajêr ve hatî despêkirin îro bi dawî bû. Endamên şaredariyê diyar kirin ku wan tevahî bajêr paqij kirine û xemlandine. Her wiha baxçeyê ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû çandin ji bo şahiyê sibê û ziyaretan hat amede kirin.

(rîh/rc)