Polîsan êrîşî Meşa Amara kirin

15:08

JINHA

RIHA - Polîsan êrîşî welatiyên ji bo 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê kirin. Li gel astengiyan jî malbata Ocalan, parlementer û hevserokên KCD'ê çun mala çun mala ku Abdullah Ocalan lê hatiye dinê.

Ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan welatî diherike gundê ku lê hatiye dinê Amara. Lê ji ber qedexeya walî daniye hatina welatiyan tê asteng kirin. Welatiyên ku ji Amedê ketin rê li otobana Xelfetiyê rastî êrîşa polîsan hatin. Bombeyên gazê avêtin ser welatiyan. Di êrîşê de welatiyek birîndarbû, parlementerên HDP'ê ji bo xwe gihandina cihê bûyerê ketin nava tevgerê.

Li Girê Sor jî astengî derdixin

Her wiha ji gelek navendên weke Êlih, Mêrdîn û Wanê welatiyên ketine rê li Girê Sor hatin asteng kirin. Hat zanîn ku polîsan avahiyên rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeya Girê Sor girtine bin dorpêçê. Hat zanîn ku welatiyên ji aliyê Çukurovayê jî hatine li tesîsata Mirkemal a Bêrecukê komkirine. Gelek welatiyên ji Sêrt û Amedê jî ketine rê ji duh êvarî ve di ketina Girê Sor de dane sekinandin. Du otobûsên ji Sêrt û Amedê ketine rê ji ber astengiyan dema ku cardin vegeriyan polîsan ew birin Şaxa TEM ya Emniyeta Muduriyeta Girê Sor.

Li navçeya Xelfetiyê li gel hebûna rewşa awarte jî parlementerên HDP'ê, Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven li gel malbata Ocalan çun mala ku Abdullah Ocalan lê hatiye dinê.

Li Mêrsînê jî astengiya polîsan

Welatiyên ji Mêrsînê jî ketin rê ji bo bên Amarayê li otobana Edeneyê hatin sekinandin. Ji serê sibê de welatiyên li ber avahiya HDP ya Akdenizê kombûne polîs desturê nadin ber bi Amarayê ve têkevin rê. Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Mêrsînê Ahmet Oguz ser navê girseyê axaftin kir. Ahmet da zanîn ku bi awayê bêhiquqî hikumeta AKP'ê êrîşî wan dike, ev jî dide nîşan dan ku ji dengê gelê kurd ê aştiyê ditirsin.

Hevseroka Navenda HDP'ê ya Mêrsînê Silbel Yigittekin jî da zanîn ku li her devera ku lêne dê li wê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin.

Daxuyanî bi diruşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok" û çepikan dawî bû.

(zt)