Rêxistina jinan serdana gundên El Şehba kirin
17:07
JINHA
EFRÎN - Rêxistin û saziyên jinan ên kantona Efrînê li ser daxwaza jinên El Şehba serdana gundan kirin.
Piştî rizgarkirina herêma El Şehba ji destên çeteyên ku şêniyên wê piranî Ereb e, jinên herêmê daxwaz kirin ku sazî û dezgehên jinê ji bo rewşa wan bizanibe û daxwaziyên wan guhdar bikin, werin serdana wan.
Rêxistin û saziyên jinan ên Kantonê jî ev vexwendin di cih de dîtin û îro yekemîn serdana xwe ji bo gundê Kefer Naya ya herêma El Şehba pêk anîn. Koma jinan rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinên Ereb ve hatin pêşwazî kirin.
Li wir ji bo jinan civîn hate çêkirin û Rêvebere Kongreya Star Asiye Menan, Seroka Desteya Jinê ya Meclîsa Herêma El Şehba Amîne Xidro û rêvebera Saziya Sara Samîye Ehmed ji bo jinan axivîn û pêdiviya rêxistinbûna jinê anîn ziman. Di axaftinan de herî zêde girîngiya perwerdekirin û parastinê hate vegotin. Civîn bi nîqaş û pirsên jinan bi dawî bû. Jinan kêfxweşiya xwe ji serdana saziyan anîn ziman.
(fr/rc)