Li Kantona Efrînê dar hatin çandin
18:08
JINHA
EFRÎN- Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kantona Efrînê rêzeçalakiyên cur be cur pêk hatin. Şitlê darên fêkî hatin çandin û şahî hatin li darxistin.
Desteya Ciwanan û Sporê bi munasebeta 4'ê Nîsanê li Salona Yekîtiya Sporê şahiyek organîze kir. Di şahiyê de Desteya ciwanan, TEV-DEM û rêxistinên sivîl amade bûn. Hevserokê TEV-DEM'ê Mistefa Hesen, Rêveberê Yekîtiya Sporê Hisên Mihemed, Seroka Desteya Ciwan û Sporê Gulê Cemo di şahiyê de axivîn û kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vegotin û rojbûna wî li gelê Kurd û cîhanê pîroz kirin. Di dewama şahiyê de bawername li endamên kursa Hekemtiyê û dewreya Karateyê hate belavkirin. Paşê jî li ber stranan govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.
67 dar li baxçê hat çandin
Saziyên Malbata Şehîdan û Dayîkên Aştiyê û şêniyên kantona Efrînê 67 şitlên darê li baxçeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya taxa Eşrefiyê çandin. Baxçe bi posterê Rêberê PKK'ê û şervanên ku di şoreşa Rojava jiyana xwe ji dest dayî hatin xemlandin. Her wiha alên TEV-DEM û YPG/YPJ'ê jî hatin daliqandin. Li vir jî endama Rêvebera TEV-DEM'ê Ayşe Hiso, bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Meryem Henan, rêvebera Hêza Asayîşa Jinê Nûrşen Berekat axivîn. Di axaftinan de rojbûna Abdullah Ocalan li gelê Kurd hate pîrozkirin û girêdana ji doz û têkoşîna Abdullah Ocalan hate ziman. Paşê dar hatin çandin û bi ser girseyê ve şêrînahî hate belavkirin.
Şahiya li Cindirêsê
Saziya Malbata Şehîdan li herêma Şiyê û Cindirêsê bi tevlîbûna hêzên YPG/YPJ'ê û Asayîşê re şahiyek hat organîze kirin. 250 şitlên daran û kulîlk li goristana Şehîd Seydo li gundê Kefer Sefrê hate çandin. Li vir rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Fewzî Sîdo axivî. Sîdo rojbûna Abdullah Ocalan li şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan bimeşin. Bi govend û stranan şahî bidawî bû.
Çandina daran li herêma Şera Saziya Malbatê Şehîdan li goristana Şehîd Refîq 56 şitlên daran ên cûrbecûr çandin. Piştî darçandinê endama Saziyê Şefîqe Silêman axivî û rojbûna Ocalan li jinan û gelê Kurd pîroz kir. Paşê şêrînahî hate xwarin.
(fr/jh/rc)