Jinên Qamişlo bertek nîşanî êrîşên ser Nisêbînê dan

09:11

Lîlav Çolî-Binevş Sarya/JINHA

QAMIŞLO - Jinên Rojava li hember êrîşê artêş û hikûmeta AKP'ê yê li ser Kurdan û bi taybet Nisêbînê bertek nîşan dan û gotin dewlet ne kuştin qirkirina Kurdan hedef girtiye.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan û rêveberiya awarte di roja 21'an de berdewam dike. Ligel êrîşê hêzên dewleta Tirk berxwedana gelê Nisêbînê yê xwerêveberiyê berdewam dike. Jinên bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bertek nîşanî êrîşê hêzên dewletê û hikûmeta AKP'ê dan. Jinan diyar kirin ku ji ber dengê taqîn û guleyan bi şev nikarin rakevin û got şer bandorek giran li ser derûniya zarokan çêdike.

'Şer bandorek mezin li ser zarokan dike'

Şîndar Hemo a ku li taxa Hilêliyê dijî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û wiha got, "Dewleta Tirkiyê careke din bi awayekî hov êrîşî gelê kurd dike. Bi taybet vê dawiyê berê xwe daye bajarê Nisêbînê û êrîşên dijwar pêk tîne. Bandora şer bandorekî xirab e, dema deng li vir tê bihîstin zarok ditirsin û bi şev jî xew nakin. Ne tenê dengê top û guleyan tê bihîstin. Berî çend rojan topeke hewanê li mizgefta taxa me ket. Lê bila Tirkiyê baş bizane ku hemû êrîş jî nikarin gavên me yên doza azadiyê şûnde bavêjin. Em ê heya dawiyê bi zarok û canê xwe vî welatî biparêzin û dev ji axê xwe ti car bernedin."

'Dewletê cîhanê hember hovîtiyê bêdeng dimîne'

Edla Mehmûd jî derbarê şerê li Nisêbînê diqewime de wiha axivî, "Em li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dijîn, ev demeke ku êrîşên dijwar li ser bajarê Nisêbînê tên kirin. Êrîş bandorek di warê derûnî û wîjdanî de çêdike. Ji ber şer û dengê topan êdî kes nikare bi rehetî di kolanan de bimeşe yan jî jiyana xwe bi rehetî derbas bike. Rast e bandora şer li ser me tê kirin. Lê ya herî zehmet û bi êş ku li Nisêbînê û tevahî heremên kurdî yên Bakur sivîl ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên kuştina û malên wan tên xirakirin. Mixabin dewletên cîhanê li beramberî vê hovîtiyê dengê xwe nakin. Mirovahiya ku îro li wir tê kuştin her kes li beramberî wê bêdeng dimîne. Lê em ê ji bo biserxistina doza kurd û piştgiriya berxwedana Bakur bi taybet Nisêbînê heya dawiyê li ser piyan bin û ji bo wan biherikin ser sînoran. Hêviya me ew e ku careke din aramî avabibe û şer bidawî bibe."

Zarokên taxê jî dan diyar kirin ku ev şer bandorê li ser derûniya wan dike û lîstokên wan yên ku rojane dilê xwe pê xweş dikin xirab dike. Di dawiyê de zarokan berxwedana gel li Bakur bi taybet Nisêbînê silav kir û gotin dê heya dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana wan.

(en/rc)