Li Gulsuyu yê ji bo çeteyan û dewletê derbasbûn nîne!
09:49
JINHA
STENBOL - Gulsuyu ya ku her tim hedefa êrîşên ranciyan, çeteyan û dewletê ye niha jî li hember vegera bajêr li ber xwe dide. Jinên li Gulsuyu yê dijîn gotin: "Gulsuyu li hember bêmafiyê serî radike û tavîzê nade. Ji bo wê jî dixwazin vêderê hilweşînin û belav bikin. Ger ser mede bên ji bo belavkirina vêderê dê her kes li ber xwe bidin, kes cihê xwe bernadin."
Dema ku mirov dikeve Taxa Gulsuyuyê ya navçeya Maltepeye despêkê nivîsên ser dîwaran li ber çavên mirov dikevin, ji wan nivîsan jî tê dîtin ku vê taxê malavahî ji gelek şoreşgeran re kiriye. Di avakirina taxê de kurdên elewî pêşengî kirine, tax ji bo çandek polîtîk avabûye. Dema ku Gulsuyu dibû dengê yên dihatin perçiqandin, ji ber nasnameya xwe ya muxalîf her dem di hedefa dewletê dene. Ji ber sazumaniya xwe û dîmenê xwe dibin metirsiya vegera bajêr dene. Tax li hember vegera bajêr xwezaya xwe, li hember çeteyan muxalîfbûna xwe diparêzin û parastina xwe ya cewherî pêşdixin.
'Ji cihê kar bi bez têm taxa xwe'
Fazilet Toker diyar kir ku Gulsuyu ji bo wê cihek giring û wiha got: "Li vêderê têkiliyên cîranan hene. Ji gelek nijadan mirov li vêderê hene û hemû pir bi hev ve girêdayîne. Em di şîn û şahiyan de li gel hevin. Ez ji yekgirtina Gulsuyuyê hez dikim. Ez ji cihê karê xwe bi bez xwe digihînim taxa xwe. Li piş me daristan û zerya nêze. Dê vêderê ji nû ve çêkin û pêşkêşî dewlemendan bikin. Bi navê vegera bajar li peyî rantê ne."
'Gulsuyu li hember bêmafiyê serî radike'
Fazilet da zanîn ku ew dixwazin Gulsuyu bi awayek hişmendî vegerînin bajar û wiha domand: "Gulsuyu li hember bêmafiyê serî radike, tawîz nade. Mirovên li vêderê piranî mirovên baldar û şoreşgerên demokratin. Mirovên ku bêmafiyê napejirînin û cihê xwe diparêzinin. Em hemû gel, kurd, tirk, elewî, sunî û wekedinê bi hev re tekoşîn dikin. Ji bo wê ye dixwazin vêderê xirabikin. Ger mirovên vêderê belavbikin, dê her kes li ber xwe bidin, cihê xwe naterikînin. Gulsuyu ji bo min her tişte. Ji bo vêderê hilweşîne divê mirovên li vêderê qetilbike di serî de jî min û ji nû ve destbavêjin vêderê. Ji ber cihek dinê em biçinê nîne, zarokên min jî weke min. Ez diçim karê malan dikim, her diştî bi me didin kirin. Ji xwe pir têm perçiqandin, herî kêm ez kiraya xanî nadim. Her sal ez aliyek mala xwe tehmîr dikim. Banê min hindik maye bikeve, ezê îsal banê mala xwe çêkim. Ji bo parastina mala xwe ezê bi her awayî li ber xwe bidim. Dema ku em derdikevin kolanan û daxwaza mafê xwe dikin ji bo me 'terorist' dibêjin. Ez ji welatê xwe pir hez dikim, lê sosyalîzmê jî dixwazim, herî zêde jî ez vê ji bo zarokên xwe dixwazim. Bila wekhevî çêbibe, ez jiyanek azad dixwazim."
'Dixwazin Gulsuyu pêşkêşî dewlemendan bikin'
Seroka Mala Piştevaniya Jinan Gulensu ya Gulsuyu û Karkeran Sevgi Delibaş jî destnîşan kir ku welatiyên Gulsuyuyê ji bo hev bi ewlene û piştevaniya hev dikin û wiha berdewam kir: "Erdnîgariya Gulsuyuyê hinek jî ji bo erdhejê destdaye, lê hewaya wê paqije. Armanca wan ewe ku kedkaran ji vêderê derxînin, vêderê bikin bînayên mezin û pêşkêşî dewlemendan bikin. Dewlet bi rêya yên madeyên narkotîkê bikartînin û çeteyan amadekariya vê dike. Ji xwe çete bi destê dewletê jiyan dikin, hewildidin madeyên narkotîkê têxin hindirê taxê. Yên di nava çeteyan de cîh digirin dixwazin bi pere û madeyên narkotîkê ciwanên taxê jî têxin nava xwe. Hewildanên çete xistina nava taxê demdirêje heye. Ji ber ku welatiyên li vê taxê dijîn li hember dewletê muxalîfin ji bo wê ye dixwazin dengê wan kêm bikin."
Sevgi bilêv kir ku mirov li hember vegera bajar li ber xwedidin û wiha dom kir: "Di navê de keyayê taxê jî heyî meclisa taxê ya bi giştî nêzî 150 kesan têde cîh digirin heye. Parêzerên Oda Mîmaran jî di navê de xebatek heye. Jinên nava taxê piranî diçin kar û tên karkerên nava malanin. Ji bo jin û ciwanan herêmên civakî nîne."
(zt)