Li Amarayê welatî dest bi gerandina govendê kirin

10:53

JINHA

RIHA - Li gel rêveberiya awarte jî welatiyên xwe gihandin Amarayê, 67. rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan pîroz dikin.

Bi wesîleya 67. rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gel rêveberiya awarte jî gel ber bi navçeya Xelfetî ya Rihayê ve diherike û hatina wan didome. Li gel bi sedan welatiyan di nav kesên ji bo pîrozbahiyê hatin û xwe gihandin Amarayê hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TÛHAD-FED'ê, parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behcet Yildirim, Muslum Dogan û Dîlek Ocalan, rêveberên DBP û HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê jî hene. Li mala ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye wêneyên mezin yên Ocalan lê hatin daliqandin û li gel wêneyan alên PKK û KCK'ê jî hatin daliqandin.

Welatiyan daxwaza "Azadiya Ocalan" kirin û li hewşa malê bi newa û stranan û dem bi dem bi berzkirina dirûşmeyên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye" û "Rojbûna Te Pîroz be Ey Serok" rojbûnê pîroz dikin. Tê payîn ku dê di saetên pêş de derbareyê rojbûna 67. rojbûna Abdullah Ocalan de daxuyanî bên dayîn.

(rc)