'Keremkin ev der jî Kobanê ye!'
11:09
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Turgut Ozal a Hezexê ku di êrîşên qirkirina nijadî de 44 rojan liberxwedane de Yildiz Gerçin bi gotina "Keremkin ev der jî Kobanê ye" her kesê vedixwîne baxçê xwe.
Piştî qirkirinên nijadiyên 44 rojan berdewam kirin welatiyên Hezexê vedigerin malên xwe. Li Taxa Turgut Ozal a ku herî zêde êrîş li ser giranbûyî mirov rastî Yildiz Gerçin a di destan de hesko heyî tên. Yildiz bi gotina "Keremkin ev der jî Kobanê ye" her kesê pêşewazî dike. Yildiz li aliyekê savar û metfiniya li ser agirê daran çêdike li hev dixe, li aliyê dinê jî qala sedema Hezex şibandina Kobanê dike û dibêje: "Helweşandina malan pir ne di xema me deye. Tenê ciwanên me nahatana qetilkirin. Emê ticarî malên xwe neterikînin."
'Em bînayên wan naxwazin'
Yildiz destnîşan kir ku wê hemû ciwanên jiyana xwe jidest dane weke zarokên xwe dizanî û wiha domand: "Ew hemû DAIŞ bûn. Erdogan hemû DAIŞ anîbû li vanderan bicîhkiribû, wan ciwanên me qetilkirin. Niha jî dibêjin; 'emê malên we çêkin.' Em ne malên te ne jî bînayên te naxwazin. Em tiştek te naxwazin. Em ne alîkariya wan, ne xwarin ne jî ava wan naxwazin. Emê savara xwe li ser vî agirî çêkin bixwin, em tiştek wan naxwazin."
'Malbatên leşker û polîsan zarokên xwe dikin qurbana Erdogan'
Yildiz bilêv kir ku li gel ew bi Serokomar Tayyip Erdogan re welatiyên heman welatîne jî ser wan qirkirina nijadî dide meşandin û wiha berdewam kir: "Em tiştekê ji wan naxwazin. Em tenê ziman û çanda xwe dixwazin. Dema ku di 7'ê Hezîranê de Erdogan biserneket dest bi hovîtiyek wiha kir. Ciwan kir qurbana hilbijartinê, malbatên leşker û polîsan hevkarên Erdoganin. Bila her kes rabin ser piyan û ciwanên xwe nekin qurbana Erdogan. Ger ewana jî rabûna û hesabê tiştên tên kirin bipirsîbana niha Erdogan gav paşde dabû. Kurd li hember mirinê radibin û hesab dipirsin. Lê Erdogan bi pereyan malbatên leşker û polîsan bêdeng dikin. Mirina leşker û polîsan di raya giştî de vedişêrin û hemûyan diveşêrin."
'Ne em divê leşker û polîs ji vêderê biçin'
Yildiz anî ziman ku ji ber dewlemendiyên Kurdistanê yên serxak û binxak êrîş ser hene û wiha dom kir: "Ji bo me dibêjin; 'ji ser axa me derkevin herin.' Lê ev der axa meye. Bila Erdogan leşker û polîsên xwe ji ser axa me derxînin. Zarokên me jî diliyên xwe bilind dikin û dibêjin; 'Bijî Serok Apo.' Erdogan bi me nikare. Ew nikare me kurdan bixapîne, tenê dikare malbatên leşker, polîs û tîmên taybet bi peran bixapîne. Em ne perê wî ne jî maşê wî naxazin. Em ji tang û topên wan natirsin, bila vê ji serê xwe derxe. Emê heya dawiyê li peyî zarokên xwebin."
(zt)