Kongreya Star têkîldarê 4 Nîsanê daxuyanî weşandin
11:17
JINHA
QAMIŞLO - Kongreya Star ji bo 4'ê Nîsan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev roj wek roja vejîn û azadiyê îfade kir.
Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleyê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4'ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye û wiha hat gotin, "Roja 4'ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye, bi taybet ji bo hemû jinan rojbûneke nû li dijî desthilatdarî û zilma 5 hezar sala ye. Jina ku bi kevneşopiyeke tarî dihat windakirin û tunekirin, di bin qedera feraseta mêrê desthilatdar ê xapînok de dihat hiştin û perçiqandin bi zayîna felsefeya azad îro xwe ji wê rewşê rizgar dike. Li ser jinê hemû rengên tundiyê dihatin meşandin, lê gele kurd û taybet jina kurd bi zayîna Rêber Apo û afirandina felsefeya wî ya jiyana azad bêhna azadiyê kişandin, ramanê ku azadiya tevahî cîhanê û hemû jinan di nava xwe de dihewîne ye. Bi vê yekê roja 4ê Nîsanê bû Roj û ronahiya xwe li dilê her mirovekî belav dike."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi fikir û ramanê Rêber Apo re û di rêya projeya çareseriyê ji bo jin û civakê êdî modernîteya demokratîk li hember modernîteya kapîtalîst serî radike û destkeftiyên mezin bi dest dixe. Bi sîstema xwerêvebirinê û xweparastinê di hemû qadan de îro em dibînin ku jin rolekî aktîv û bi hêz dilîze. Taybet ev yek di kesayeta YPJ'ê de ku di roja 4'ê Nîsanê hate damezirandin de tê xuyakirin ku çawa bi lehengî destanên dîrokî bi felsefeya Rêber Apo dinvîsîne."
Daxuyaniya Kongreya Star wiha bidawî dibe: "Em wekî Kongra Star roja vejînê 'rojbûna Rêberê azadiyê û rojbûna YPJ'ê' li hemû gelên azadîxwaz, li hemû jinên cîhanê, têkoşerên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin. Em soza bilindkirina têkoşînê û biserxistina Sîstema Federalîzma Demokratîk li ser bingeha netewa demokratîk careke din nû dikin."
(en/rc)