Rapora Adarê ya Qirkirinên Jinan: Her roj qirkirinek!

12:28

JINHA

STENBOL - Li gorî rapora Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan a Adarê di encama şideta mêran de "31 rojan 31 jin hatin qetilkirin."

Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan rapora xwe ya meha adarê aşkira kir. Li gorî raporê di 31 rojên meha adara sala 2016'an de 31 jin hatin qetilkirin, li gorî raporê di her rojê de jinek hatiye qetilkirin. Li gorî raporê di 3 mehên despêka salê de jî 94 jin hatine qetilkirin. Li gorî daneyên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan şopandî tenê di meha adarê de 31 jin hatine qetilkirin. Rapor wihaye; "Ji jinên di adara 2016'an de hatîn qetilkirin ji sedî 35 zewicî û ji sedî 32 jî nezewicîne. Ji sedî 25 zewicî û xwediyê zarokanin."

(zt)