'Ocalan mîmarê aştiyê û eşqa azadiyê ya gelê kurd e'
13:18
JINHA
RIHA - Bi hezaran welatî li gel astengiyên hêzên dewletê xwe gîhandin Amara û 67'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdnullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiya li Amarêyê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku Ocalan bi têkoşîna xwe di dil û meşiyê gel de cihê xwe ava kiriye û hemû cîhanê qebûl kiriye ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û wiha got: "Brêz Ocalan rojek ku têk naçe û rojek bê dawî ava kir. Rêxistinek berxwedana bê hempa ava kir."
Bi munasebeta 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gel rêveberiya awarte jî gel meşiyan Gundê Amara yê Navçeya Xelfetî ya Rihayê. Bi sedan welatiyan li gel hemû astengiyên dewletê ji bo pîrozbahiyê xwe gihandin Amarayê hevserokên KCD'yê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TÛHAD-FED'ê, parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behcet Yildirim, Muslum Dogan û Dîlek Ocalan, rêveberên DBP û HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê gel pêşwazî kirin û meşiyan mala ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan lê ji dayik bûye. Bi hezaran kesên li gundê Amara kom bûn, mala ku Ocalan lê ji dayik bûye ziyaret kirin. Pîrozbahî li ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye pêk hat. Di pîrozbahiyê de wêneyê Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir. Di pirozbahiyê de Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz, silavên xwe ji hemû qadên parastinê re şand. Temîzyuz, biryara walîtiya Rihayê bi zimanekî tund rexne kir û şermezar kir.
'Bila tercîd rabe'
Li ser navê malbata Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ji ber di 67'emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ew tenê ne hiştine spasiyên xwe anî ziman û wiha got: "Serok Rêberê Hemû gelê kurd û gelên bindest in. Kesên ev roja me ya taybet qedexe kirine ez wan bi tundî şermezar dikim. Serok rizgarvane Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê divê her kes baş qîmetê Serok zanibe. Bila dewleta tirk hişê xwe bide serê xwe û bi lezgîn vê tecrîda li ser Ocalan rake. Rojbûna te pîroz be Ey Serok"
'Birêz Ocalan ji aliyê milyonan ve tê pejirandin'
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir jî diyar kir ku axa Rihayê pîroz e û dergûşa mirovahiyê ye û wiha got: "Gelek mirovên bi qedr û qîmet li ser vê axê ji dayik bûn. Yek ji van mirovên bi qîmet jî Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan e. Milyonan kes Ocalan wekî Rêber Qebûl dikin. Qedexeya ji bo rojbûna Ocalan ez şermezar dikim. Em bawar dikin ku rojekê bê gel dê bigêje armana xwe. Em dê armanca hemû şehîdên xwe pêk bînin. Ez hemû şehîdên me bi hurmet bi bîr tinim.
Rojbûna hemû mirovahiyê ye
Xwarziya Ocalan û wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan jî qedexa li hemberî Rojbuna Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ez gelê ku hatiye Amara tevan silav dikim. Qîmetek mezin dan vê rojê. Ev astengî li hemberî hemû gelê kurd e. Ocalan, vê helwestê qebûl nake. Gelek kesên xwestin bên Amara hatin binçavkirin û rastî lêdanê hatin. Em Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rojbûna Ocalan di heman demê de rojbûna mirovahiyê ye. Em hurmeta xwe ji hemû gelê Amara û gelê hatiye vir re pêşkêş dikin."
'Em li vir milyonan temsîl dikin'
Herî dawî Hevserokê KCD'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Hatip Dicle jî Rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Ev roj ne tenê rojbûna Ocalan e. Em li mala ku lê ji dayik bûye hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Hûn her bijîn Serok Apo. Dema em li Meşa Amara dinerin em dibînin ku bi bedelan pêk hatiye. Em di seri de hurmetê xwe ji Mustafa û Mahsum yên di vê rêyê de şehît ketin û hemû şehidên re pêşkêş dikin. Êdî vîna gelê kurd nayê şikandin. Gelê kurd êdî Brêz Ocalan wekî Rêberê Stratijîk qebûl dike. Dewlet jî vê yekê baş zane. Ji ber vê yekê helwesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan li hemberî hemû gelê kurd e. Heta niha tu kesî wekî Serok Apo di dilê gel de şop nehiştiye."
Hatip, da zanîn ku di bin navê Tirkiyebûnê de dixwazin kurdan asimile bikin û wiha berdewam kir: "Gelê ku her dem li pey azadiyê ye, her dem xwestin bikin kole. Şêx Sait, Seyit Riza û herî dawî Rêber Apo evîna xwe ya ji bo kurdan anî ziman. Lê tu kesî wekî Serok Apo di dil û mejiyê kurdan de cih negirt. Brêz Ocalan tu carî li hemberî serdestan serî netewandiye. Rêxistinek têk naçe ava kir. Rojên ku têk naçe ava kir. Rêxistinek bê hempa ava kir. Di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de xwe nîşan da. Ev encama keda Brêz Ocalan e."
'Çima we mase rakir?'
Hatip helwesta Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li hemberî Ocalan jî rexne kir û got: "Davutoglu, dibêje ger ku PKK dîsa têkeve rewşa gulana 2013'an em dikarin biaxivin. Wê demê çima sozên mutabakata Dolmabahçe pêk neanîn. Em dipirsin we çima mase rakir? Ger Davutoglu bi rastî samîmî be bila li gorî paradîgmaya ku Brêz Ocalan xêz kiriye tev bigerin. Bila ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn aşti pêş bikeve."
Bername bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Destê dirêjî Ocalan dibin bila bişkên" û "Bijî Serok Apo" bi dawî kirin.
(zt)