Rojnamevanên jin:Bêdengî bê îrade bûn e bêdeng nemîne

14:42

JINHA

QAMIŞLO - Rojnamevanên Jin ên Rojava di derbarê çalakiyê xwe yê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ku duh dabûn despêkirin ji ajansa mera nirxandin kirin.

Sazî û dezgehên çapemeniyê yên li Kantona Cizîrê ku li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad bi armanca balkişandina ser êrîşên hêzên AKP’ê yên li Nisêbînê ku car caran Qamişlo jî hedef digirin, hemleya "Na ji bêdengiyê re" dan destpêkirin. Bi sedan rojnemevan li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad li qada çalakiyê kom bûn. Têkîldarê çalakiyê rojnemevanên jin nirxandin kirin. Endama Ragihandinê Ya Beşê Radyo Medya Ehmed derbarê vê çalakiyê de wiha got: "Em wekî jinên rojnemevan beşdarî vê çalakiyê bûne, mebesta me ji vê tevlîbûnê ew e ku bêdengiya li beramberî êrîşên Tirkiyê ku li ser gelê me li Bakur tê meşandin bidawî bibe. Ev deng bibe qêrîn û hewar û her kes bibihîze. Em jî wekî rojnemevanên beşê radyoyê her kêlî vê yekê dixin rojeva xwe de. Ji bo derxistina rastiya ku li wir tê jiyîn. Em ê heya dawiyê kar û xebatê bidin meşandin. Em wekî rojnemevan berxwedana Bakurê Kurdistanê bi taybet a Nisêbînê ku ev demeke rastî êrîşên tund tê silav dikin."

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Şehnaz Osman armanca vê çalakiyê anî ziman û wiha got, "Bi vê çalakiyê me xwest ku helwesta xwe li beramberî kiryarên dewleta Tirkiyê ya faşîst ku li ser gelê me li Bakurê Kurdistanê tê kirin diyar bikin û bêdeng nemînin. Ji bo vê sedemê em îro li vir kom bûne û helwesta xwe nîşan didin."

Şehnaz da diyarkirin ku di vê rojê de şopandina çalakiyên Rojava hate sekinandin û tenê berê hemû rojnemevanan li Bakure bi taybet li Nisêbînê ye û wiha pê de çû: "Me îro karê xwe yê şopandina çalakiyên Rojava rawestandiye, tenê me berê kamîreyên xwe daye Bakurê Kurdistanê bi taybet Nisêbînê. Bi hemû wesîleyên ragihandinê em ê rewşa wan deveran diyar bikin. Hemû cîhan li beramberî kiryarên dewleta Tirkiyê bêdeng û bê helwest e, em jî dixwazin bi rêya vê çalakiyê bêdengiya heyî bidawî bikin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em piştgiriya hemû rojnemevanên Bakurê Kurdistanê dikin û ji bo derxistina rastiyê em ê heya dawiyê li kêleka wan bin."

Nêrgiz Îsmaîl ku di xebatên radyo de cihê xwe digire derbarê vê çalakiyê de wiha got: "Sedema lidarxistina vê çalakiyê ew e ku bêdengiya cîhanê li beramberî êrîşên ku li Bakur taybet li Nisêbînê bi awayekî hovane têne meşandin bidawî bikin. Divê her kes rastiya li wan deveran bizane û li beramberî wê helwesta xwe nîşan bide. Em jî wekî Ragihandina Azad ji bo piştgiriya gel li Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo vê çalakiyê lidardixin. Em li vir dê bibin dengê Nisêbînê. Jixwe cihê çalakiyê nêzî sînorê Nisêbînê ye. Di vê kêliya ku çalakiyê lidardixin de dengê gule û topan jî dibhîzin. Niha li Bakur berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin, em jî wekî rojnamevanên jin dê bibin dengê berxwedaniya wan û em dibêjin na ji bêdengiyê re erê ji berxwedanê re."

Endama Rojnameya Ronahî Melek Demirtaş jî wiha axivî: ''Niha li vêderê pêngava "Na ji bêdengiyê re" tê avêtin. Ev çalakî bi banga Yekîtiya Ragihandina Azad hatiye destpêkirin. Armancên vê çalakiyê ew e ku kiryarên hovane yên AKP'ê ji hemû cîhanê re diyar bikin. Her wiha em êrîşên li ser Nisêbînê û bêdengiya navnetewî şermezar dikin. Em dibêjin êdî bes e ji bêdengiya li beramberî komkijiyan re."

Rojnamevana Ronahî TV Hebûn Omer derbarê vê çalakiyê de wiha got: "Em wekî rojnemevanên Rojavayê Kurdistanê bi vê çalakiyê dixwazin bêdengiya heyî bidawî bikin û em bibin dengê têkoşîna Bakur û Nisêbînê. Divê dengê berxwedaniyê bighêje tevahî dinyayê û êrîşên hovane bidawî bikin. Eger rojnemevanekî kurd hebe jî wê li berambrî bêdengiya heyî dengê xwe bilind bike û bibe çavê rastiyê."

(bs-lç-gb/rc)