Li Colemêrgê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

17:52

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeyên "Rojbuna te pîroz be Ey Serok Apo" û tilîliyan hat pîrozkirin.

Li Colemêrgê 4 Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya DBP'ê hat pîroz kirin. Dayikên Aşitiyê, KJA Endamên rêxistinên DBP, HDP'ê û gelek welati tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahi bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişti rêzgirtinê sinevizyon a jiyana Abdullah Ocalan hat temaşe kirin. Hevserokê Navenda DBP'a Colemêrgê Gokhan Ceyhan axivî û got ku her çiqas niha Abdullah Ocalan di bin tecrita giran debe jê dê berxwedana gel heya azdiyê berdewam bike.

Pişti axiftina Gokhan pîrozbahî bi birîna pasteyê û diruşmeyên "Biji Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" tilîlî û stranên jinan dawi bû.

(zyd/zt)