Gelê Rojava bi çandina daran 4 Nîsanê pîroz kirin

18:56

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleyê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarên Qamişlo, Amûdê, Kantona Efrînê, Dirbêsiyê, Hesekê û Helebê jî di navde şahî hat lidarxistin, dar hatin çandin û bi coşek mezin govend hatin gerandin. Gelê Rojava bi yek dengî gotin, "Em dixwazin Rêber Apo ligel xwe bibînin."

QAMIŞLO

Ji bo 4'ê Nîsan li 3'ê cihan çalakiyên pîrozbahiyê pêk hatin. Li Navenda TEV-DEM a Kantona Cizîrê, li Salona Mihemed Şêxê a TEV-ÇAND'ê û herwiha sergiyek jî ji hêla TJC'ê hate organîzekirin. Li Navenda TEV-DEM'ê ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin. Sazî û rêxistinên Kantonê, TEV-DEM, Kongreya Star û nûnerên partiyên Siyasî, herwiha hêzên YPG/YPJ'ê ji pêkhateyên Kantonê Ereb, Sûryan û Aşûr jî beşdarî şahiyî bûn. Li vir Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf, Ekrem Hiso û Hevserokê Kantona Cizîrê Abulkerim Saruxan axaftin kirin. Di axaftinan de rojbûna Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ'ê hat pîroz kirin. Dûvre paste ji aliyê dayîkan ve hat birîn û piştre jî govend hat gerandin.

Li ber Medîne Şebab ya bajarê Qamişlo jî Tevgera Jinên Ciwan (TJC) konek taybet bi rojê vekir. Di konê de ji wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sergiyek hate pêşkêşkirin. Kesên ku di demên cuda de Ocalan dîtibûn wêneyên xwe anîbûn pêşengehê. Herwiha li ber deriyê çadirê defterek taybet hate danîn ku yên serdana pêşengehê dikin hestên xwe binivîsin.

Ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ve jî şahiyeke taybet li Salona Mihemed Şêxo ya TEV-ÇAND'ê hat organîz kir. Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Qamişlo Telal Şêx Mûsa axivî û ev roj li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Paşê Serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Abdulselam Ehmed axivî. Di berdewamiya şahiyê de koma Sazkar stran gotin û helbest ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hate xwendin. Di dawiyê de jî pasteya ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hate birîn û li ber stranên koma Sazkar govend hate gerandin û şahî bidawî bû.

AMÛDÊ

Bi boneyê rojê li gundê Sinceqa Şêx yê bajarê Amûdê şahiyek hat li darxistin û parka bi navê Parka Miştenûr hat vekirin. Vekirina parkê ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hat kirin. Piştî vekirina parkê welatî 500 dar çandin. Di vê çalakiyê de şêwermenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Mizgîn Ehmed axivî û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî gel pîroz kir.

DIRBÊSIYÊ

Bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Dirbêsiyê dar hatin çandin. Welatiyên bajêr berê xwe dan Akademiya Fikir û Ramanê Azad û 200 şitlên ku ji aliyê şaredariyê bajêr ve hatî amedekirin bi tilîliyê dayîkan hatin çandin. Jinên ku pêşengiya çandina daran kirin diyar kirin ku ew bi çandina şitlê daran dê cîhana azad avabikin. Jinan piştî dar çandin pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan bi dirûşmeyê "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî TEV-DEM'ê bi piştgiriya Saziyên Civaka Sivîl şahiyekê lidarxist. Di şahiyê de Bi ser navê TEV-DEM'ê Şervîn Hesekê axivî. Paşê Endama Kongra Star Şikrya Elî jî axaftinek kir û kêfxweşiya xwe derbarê vê rojê de anî ziman. Endama Şaredariya Gel Muhabad Mihemed jî axivî û got ku roja 4'ê Nîsanê bû roja vîna azad û bidawîkirina tariyê û soz da ku heya serkeftinê dê têkoşîna xwe bidomîne. Piştî axaftinan gel li goristana Şehîd Dijwar şitlên daran çandin û ev roj li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di dawiyê de jî paste hate birîn û govend hate gerandin.

EFRÎN

Bi amadebûna sedan ji şêniyên Kantona Efrînê û Saziyên Civaka Sivîl û di bin banê TEV-DEM û Kongra Star de meşek girseyî hate lidarxistin. Li Qada Newroz bi sedan kes kom bûn û ber bi qada Azadî ve dom kir, piştre ji aliyê rêvebera Kongra Star û hevseroka TEV-DEM'ê Dalya Henan ve axaftin hate kirin. Di axaftinan de rojbûna Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ'ê hate pîrozkirin. Meş bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bidawî bû.

4'ê Nîsanê li navçeyê Reco Endamên Saziyên Civaka Sivîl li derdora navendên xwe dar çandin. Piştî dar çandinê welatî şirînî belav kirin û bi gerandina govendê dawî li pîrozbahiyê xwe anîn.

Li navçeyê Cindirêsê jî 200 dar ji aliyê welatiyan ve hat çandin.

Her wiha li navçeyê Matbeta jî Kongra Star du çalakiyên cuda lidar xistin. Di her du çalakiyan de tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêk anîn hat şermezar kirin. Li Navçeya Mabeta di saet 11'an de gel ji navenda navçeyê heya qada Bêderê meşek li darixistin. Li qada Bêderê Kongra Star Nazliye Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Hevseroka TEV-DEM Xedîca Îbo û endama Saziyên Malbatên Şehîdan Suheyîla Hesen axivîn. Di dawiyê de koma dibistana Kemal govend pêşkêş kirin.

Li Navçeyê Şêrewa jî Desteya Çandiniyê bi alîkariya Rêveberiya Herracê 500 dar li Hilobî girêdayî Navçeya Şêrewa dar hatin çandin. Di dema çandina daran de Hevserokên Kantona Efrînê Usman Şêx Îsa û Hêvî Mustefa, deste û Saziyên Civaka Sivîl û Kongra Star amade bûn. Piştî çandina daran bi gerandina govendê ev çalakî bidawî bû.

Komîna Ferzende li taxa Şêx Meqsûd a girêdayî bajarê Helebê tevî bombebaranê jî şitlên daran li taxê hat çandin.

(kom/rc)