Li taxên berxwedanê yên Şirnexê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
19:31
JINHA
ŞIRNEX – Li taxên berxwedanê yên Şirnexê endamên YPS û YPS-JIN'ê bi gel re rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li Şirnexa ku berxwedana xwerêveberiyê berdewam dike rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Endamên YPS û YPS-JIN ên ku 21 roj in li dijî êrîşan qadên berxwedana xwerêveberiyê diparêzin pîrozbahî li dar xistin û pasteya rojbûnê hate amadekirin wêreyên Rêberê PKK'ê Ocalan hatin hilgirtin. Ji endamên YPS'ê Çiya li vir axivî û diyar kir ku ew rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku mîmarê pêşeroja Rojhilata Navîn e pîroz dikin. Çiya yê ku 4'ê Nîsanê wekî roja azadiya kurdan bi nav kir wiha got: "Em wekî YPS'iyên ku li Şirnexê berxwedanê didomînin rojbûna Rêberê apo pîroz dikin û soza xurtkirina berxwedanê didin wî."
Piştî axaftinê paste hate jêkirin û govenda berxwedanê hate gerandin.
(zt)