'Îskenceya zayendiya ser min kirin li hember tekoşîna jina azadbûye'
09:05
Rojda Oguz/JINHA
WAN - Mizgîn Kirkagaç a 17 salî li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dimîne di dema binçavan de ji aliyê polîsan ve rastî îskenceya zayendî hatî bi nameyekê ji ajansa me re anîziman û got: "Me jinên kurd li Dêrsim û Zîlanê ruyê tirkan ê aciz dîtiye. Me şahidî ji hovîtiya ku zarok ji zigê dayîkê kêşane û paşê jî wêneyê wan kêşane kiriye. Ji bo wê jî êrîşên ser min kirine di rastiyê de ser tekoşîna jina azad kirine."
Li Tirkiyê di salên 1980 û 1990'an de jinên dibin çavan de hatine tecawîzkirin û qetilkirin weke xalek reş disekine. Berdewamkirina van kirinan bêtehmûliya li hember nasnama jinbûnê ye. Ji bo teşhirkirinê tazîkirina bedena jinan ji aliyê hêzên dewletê ve qirêjiya pergala deshilat radixe berçavan. 12'ê tebaxa sala 2015'an ekiba TEM yê li Wanê Mizgîn Kirkagaç a 17 salî girtin bin çavan û birin Şaxa Zarokan a TEM'ê. Mizgîn li wê ji aliyê polîsên şaxa TEM yê ve rastî îskenca zayendî û bêmafiyê hat. Mizgîn tiştên jiyankirî bi rêya nameyekê ji Girtîgeha Tîpa M ya Wanê ji ajansa me re şand.
'Armaca wan ji tekoşîna azadiya jinê întiqam girtine'
Mizgîn di nameya xwe de tiştên jiyan kirî wiha anî ziman: "Bi şikayetê, weke gerila ez girtim, ez ji aliyê polîsan ve rastî şidetê hatim. Ez bi erdê ve kaş kirim, darbên giran li ser, pişt, ran û sînga min xistin. Polîsek 50 salî dest da bedena min, hem fîzîkî hem jî bi gotin ez tacîz kirim. Polîsê li ser pişta min runiştî tevlî polîsê dinê bû û gotinên giran ji bo min gotin. Yekîdin jî ji bo min bikuje devê min tejî ax kir. Dema ku ez birim TEM'ê tacîz û şidetê berdewam kir. Ji ber deverek girtîbû tacîz hîn zêdetir giran kirin. Polîsek di hindir de dima, her tim bi derxistina pelesqeya xwe û vekirina zincîrê ez tehdîd dikirim. Ji ber darbeyên dibin çavan de xwîn rijiya hinavê min de. Ji bo şikandina vîna min ez tehdîd dikirim. Paşê jî bi dehan polîs anîn hindir û bi gotina; 'ev qas bes bû, li xweşa te diçe?' ez tehdîd kirim. Dozgerên polîsên tirk teşfîk dikin jî dema min a binçavan zêdekir û pêşiya nêzîkatiyên wan vekir."
'Li welatê militarîzim lê heyî jin ganîmetên şer tên dîtin'
Mizgîn da zanîn ku di serî de Tirkiye gelek dewletên li gorî zagonên sucê şer ên Dadgeha Ceza ya Navnetewî (UCM) diyar kirî naçin hene û wiha domand: "Ez nafikirim ku bi zêdekirina bêmafiyan pir tiştekê bidest bixin. Gelek bûyerên tariyên dewleta tirk kirî û hîna di tariyê de hêlane hene. Li welatê militarizim lê heyî jinan weke ganimetê şer dibînin. Ne tenê dibin çavan de, hevalên me yên jin dema birîndar girtine jî tacîz û tecawîz kirine. Me jinên kurd li Dêrsim û Zîlanê ruyê tirkan ê aciz dîtiye. Me şahidiya zarokên ji zigê dayîka wan kêşayîn û paşê jî wêneyê wan kêşayîn kirine. Ji bo wê jî tiştên li ser min kirin di heman demê de êrîşên ser nasnama tekoşîna jinên azad e. Li ser axa xwe ruyê dijmin ê qirêj ji nêz ve dîtin hîn zêdetir şewatek giranbû."
(zt)