Jinên Kobanê: Em heya dawiyê bi gelê Nisêbînê re ne
09:06
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Dayîkên şervanên YPJ/YPG'ê ên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, êrîşên dewleta Tirk a ku sînorên exlaqî derbas kiriye û goristan kiriye armanca xwe şermezar kirin û gotin, "Em vê hovîtiyê qebûl nakin."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan û rêveberiya awarte di roja 23'an de berdewam dike. Ligel êrîşê hêzên dewleta Tirk berxwedana gelê Nisêbînê yê xwerêveberiyê berdewam dike. Jinên Kantona Kobanê êrîşê artêşê tirk nirxandin û diyar kirin ku ew ê li hember êrîşê qirkirina kurdan hedef digre bêdeng nemînin.
'Gelê Kurd bi zilm, kuştin û zextan tune nabe'
Zerga Bozan êrîşên li dijî gelê Bakûr bi taybet jî Nisêbînê nirxand û wiha got, "Em li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê bêdeng namînin. Gelê Kurd bi zilm, kuştin û zextan tune nabe. Niha dewleta faşîst a Tirkiyê êrîşên nirxên me yên herî pîroz goristanên şehîdan dike. Tirkiye di şerê ku li ser gel dide meşandin însanan dişewitîne û hemû exlaqê mirovahiyê û zagonên şer binpê dike. Lê belê em gelê Kurd bi rêbazên exlaqî şerê xwe ji bo azadiyê dimeşînin. Em ê dest ji çand û exlaqa ku Rêber Apo fêrî me kiriye bernadin. Em şehîdên xwe bi awayeke girseyî û tîlîliyên dayîkan vedişêrin axê, ew rûmetên me ne û em ê heya dawiyê di şopa wan de têbikoşin."
'Li hember êrîşan em ê jiyanê ji nû de înşa bikin'
Xedîce Siyamend jî diyar kir ku êrîşek bê sînor tê kirin û wiha pêde çû, "Dewleta desthilatdar a Tirkiyê bi hovîtiyê êrîşê zarok, jin û sivîlan dike. Niha jî êrîş bi ser gorên şehîdên me pêk tîne. Em ê heya dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ew çiqas wêran dikin, xirab dikin, em ê jî ji nûve avabikin. Em qirkirina li Bakûrê Kurdistanê ku niha li ser navçeya Nisêbînê dijwar bûye qebûl nakin û ji bo ku ev şer bidawî bibe û gel bigihêje azadiya xwe em ê têbikoşin"
'Em heya dawiyê bi gelê Nisêbînê re ne'
Ferîde Xelîl Elo xirabkirina gorên şehîdan wek dijî mirovahiyê bi nav kir û wiha pêde çû, "Em polîtîkayên ku li ser me tê ferzkirin bi tu awayî qebûl nakin. Bila bizanibin ku bi kuştin, wêranî û zilmê tucar nikarin bigihêjin armanca xwe û nikarin gelê Kurd ji doza azadiyê qut bikin. Çareserî tenê aştiyeke birûmet e ku ew jî bi destên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêdibe." Ferîde Xelîl Elo silavên xwe ji bo berxwedêrên Nisêbînê rêkir û wiha gotina xwe bidawî kir: "Em heya dawiyê bi gelê Nisêbînê re ne. Em ê li dijî desthilatdariya Tirkiyê li kêleka wan têkoşînê bimeşînin."
(en/rc)