'Jiyana bi rûmet' yê ku neçar maye bê veşartin: penaber

09:07

JINHA

STENBOL - Siyasetmedarên ku ji bo penaber dibêjin, "Em ji bo jiyanek bi rûmet dixebitin" lê belê li kolanên Taksîmê penaber têkoşîna jiyanê didin.

Di çarçoveya peymana lêvegerandina pênaberan a ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hate îmzekirin de lêvegera penaberên ji giravên Yeunanistanê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî ku zagon ket meriyetê bi daxuyaniyek got, "Dexwaza Yekîtiya Ewropa yê ji bo penaberan, ne ji bo pere an jî berjiwandiyek din, ji bo ku li ber deriyê sînoran rûmeta penaberan neşke me pejrand." Piştî ku lihevkirin ket meriyetê jina Afgan Meria Azemî tevî pênc zarokê xwe ji Tirkiyê berê xwe da Greva Midillayê. Dema jêra hat gotin ku ligorî hevpeymanan divê hûn vegerin Tirkiyê wiha bersiv da, "Na! Na! Na! Biborin nabe! Ez venagerim Tirkiyê. Ez li vir bimrim jî venagerim Tirkiyê." Ji ber vê helwestê gelek pirs nîşan di serê mirovan de çêdibe. Gelo tirkiyê di warê naskirina mafê penaberan de çewan nêz dibe... Di rastiyê de gelo wekî Serokomarê Tirkiyê dibêje jiyana 'bi rûmet' dijîn penaber?

Li kolana di navbera Îstîklal û Cihangirê 3'ê jin dû zarok û pitikek li ser rê hene. Kolan gelek sare û ew ji sermayê dicirifin. Meryem Ado û Ayşe Ado ên ku ji ber şerê li Sûriyê koçkirine despêkê çûne Amedê û dûvre hatine Stenbolê têkoşîna jiyanê didin.

'Şaredarî me nasdike dê rêke kampê'

Gava hûn tiştek ji wan pirsbikin her tiş vedibêjin, lê naxwazin wêne bê kêşan. Ayşe dibêje "Eger hûn wêneyên me biweşînin, şaredarî dê me nasbikin û rêkin kampê." Ayşe diyar kir ku ne alîkariyên madî ên Yekîtiyê Ewropa û ne jî di kampan de jiyan ji bo wan çareseriye. Ayşe da zanîn ku ew hîna nebûne xwedî statûya penabertiyê û ji ber vê neçarin bi veşartî têkoşîna jiyanê bidin."

'Me ax û malê xwe terk kir û em hatin vir'

Meryem dipirse ku "Ma qey gava ku em tevî zarokên xwe tên û li van kolanan rûdinin we gelek kêfxweş dik?". Bi vê pirsê xwe mafên mirovan û nêzîkatiyên ku tên raber kirin radixîne ber çavan. Jin bi çend hevokan qala hatina xwe yê Stenbolê dikin. Jinan gotin, "Berî 3'ê salan em ji Suriyê hatin. Berî 3'ê heyvan jî em ji Amedê hatin Stenbolê. Em neçar man her tiş li şûn xwe bihêlin. Piştî ku li Amedê jî şer despêkir, me her tiştê ku li wir anî ber hev cardin hêşt. Koçberiyek di nava koçberiyê em dijîn."

'Em nikarin zarokên xwe bibin nexweşxanê'

Jinên ku ne 'jiyana bi rûmet' jiyanek bi tendûrist jî najîn wiha dibêjin, "Gava ku zarokên me nexweş dikevin em nikarin wan bibin nexweşxanê. 1000 em kirê malê didin. Em fatûra av û eletrîkê jî didin. Hevjînên me qarton û plastîkê ku tên avêtin berhevdikin. Rojê 40-50 lîra distînin. Em jî li kolanan alîkarî dixwazin. Carnan qet pere bi destê me nakeve û em vedigerin malê. Gelek car em birçî ser xwarinê radibin."

'Mirov ditirse bi şev rakeve'

Em ji jinan dipirsin ka çima naxwazin biçin kampên ku dewlet metha wan dide. Jin jî wiha bersiva me didin, "Gelek welatî ji vir rêkirin kampan. Jiyanê kampan gelek xirabe. Tevî gelek mirov di haman cihê de dijî û bi şev mirov nikare rakeve ji tirsan. Li wir jin rastî tacîzan tên. Her kes li heman cihê serê xwe dişo. Bi pariyek nanê ku didin me em nikarin zikê zarokên xwe têr bikin."

'Dixwazin me ji vir biçin'

Jinan qala nêzîkatiyên ku li hember wan tê kirin kir û wiha dirêjî dan gotinên xwe, "Ne Kurd ne jî Tirk me li vir naxwazin. Dixwazin em ji vir biçin. Şaredarî pereyên ku em berhev dikin, ji me distîne. Zarokên me êdî gelek ditirsin. Bihizirin hinek bi milê we bigre û bi zanabûn bavêje ber wesayîtê. Em tirsa vê yekê dijîn."

'Rûn bistîne ji mera rûnê me nemaye'

Tirsa wan yê herî mezin zabitaye. Lê zabita wek 'Şaredarî' dibînin. Jin û zarokên ku me roportaj ji wan distand piştî wesayîta zabita dîtin ji wir dûr ketin û roportajê ku me distand nîvî de ma. Bîranînê wan yê bi tirs ji mera ma. Em li pay wan ketin ji mera gotin "Rûn bistîne ji mera rûnê me nemaye. Siyasetmedarên ku fonê Yekîtiyê Ewropayê dibîne û bi cilên dewlemend digere, hayê wan ji jiyana penaberên welêt yê rastî nîne.

(rc)