Ji dîrokê heya niha savarê destê jinê
09:08
JINHA
AMED - Savarê ku hezar salin bi destê jinê li ser agir hatî çêkirin û heya îro bûye mêvanê sofreyên me, hîn jî xwrina herî dewlemen de. Savar ji ber ku vîtamîna B di nava xwe dihewîne di aliyê tenduristiyê de jî gelek başe û xwarinek giringe.
Savarê ku hezar sal li ser axa Kurdistan û Anatoliya dibe mêvanê sofreyên me ji aliyê tenduristiyê ve jî xwarinek gelek teybete. Savarê bi qasî dîroka mirovatiyê kevin û di aliyê din de jî ji genimê herî baş bi destê jinê tê çêkirin. Di roja îro de jî savar xwarineke herî tê xwarin, di jiyana komînal de jî cihêk xweyê teybet heye. Savar li nav erdê û ber bestê gundan bi destê jinê tê şuştin û hêran. Ev çand hîn jî li gundan berdewam dike. Piştî hingî ew savarê ku li ser agir li gundan dihat pijandin vê demê li bajaran li ser doxalgazê tê pijandin. Lê belê savar hezar sale mêvanê sofreyên me ye.
Savar ji aliyê vîtamîna B ve jî ji gelek nexweşiya re jî dibe derman. Savar ji aliyê qut ve jî zexireyek pir dewlemende û di heman demê de ji bo por, çerm û mîdê re başe. Ji jinên ducanî û zarokên di dema diçin dibistanê re jî pir başe. Savar di heman demê de jî gelek nexweşiya re başe. Seçîl Kenar a ku bi karê xwarinê û tîtamînan mijul dibe got ku savar xwarineke bi lîfe û mirovan têr dike, di heman demê de ji zayîfbûnê re jî gelek başe û feydeyê savar wiha vegot: "Savar bi teybetî ji tenduristiya çerm re gelek başe. Li gorî birinc savar zêdetirî 4 qet kalsiyum, 2 qet û du qet protein têde heye. Bi saya vîtama B. ku di savar de heyî ji por û çermê mirov re gelek başe. Savar bi xêra lîfê xwe nexweşiya roviyan bilez dike û rîska penceşêrê kêm dike. Bi teybetî zarokên ku diçin dibistanê çermê bedena wan bi qewet dibe û dike ku zarok bi hêz bibin."
Savar ji bo jinên ducanî û ji bo zêhnê bebikan tableta folîk asît têde heye.
(dt/zt)