Besna zilma 30 sal yê dewleta Tirkiyê radixe berçavan
11:28
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê welatiya bi navê Besna Erdem di serdema 3 hikûmetan de xaniyê wê hatin hilweşandin lê ew têk nebirin. Besna Erdem ku xaniyên wê hatin xerakirin bi berxwedan û biryara xwe 3 hikûmet hilweşandin û îro li ser piyan e.
Gelek hikûmet hatin û çûn. Gelek hikûmet hatin guhertin. Lê ferasetê wan talankirin xerakirin û wêrankirinê nehat guhertin. Li hemberî van politîkayan welatiyan jî sekn jiyan û berxwedana xwe berdewam kir. Welatiya Hezexê Besna Erdem di serdema Serokwezîr Tansu Çiller de 2 caran xaniyê wê hat xerakirin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de jî li taxa Turgutê ya Hezexê hat xerakirin. Hikûmetên bûn desthilatdar 3 xaniyên Besna Erdem xera kir, lê hevî û baweriya wê nekarîn xera bikin. Lê wê bi bawerî û biryara xwe 3 hekûmet hilweşand. Besna yek ji welatiya li navçeya Hezexê ya ku hêzên dewletê xaniyê wê xera kiriye û milkê wê talan kiriye. Besna dema êrîşên dewletê zêde bû neçar ma ku xaniyê xwe terk bike. Piştî êrîş û dorpêça hêzên dewletê bi dawî bû dîsa li mal û xaniyên xwe vegeriya. Dema hat warê xwe dît ku xaniyê wê talan û wêran bûye. Besna ku dayika 13 zarokan e bertek nîşanî hikûmet û dewletê da û biryara xwe ya berxwedanê anî ziman. Dema mirov li çîroka jiyana Besna dinêre, rastiya diroka şerê 40 salan a li Kurdistanê dibîne. Rastiya şerê ku dewletê li Kurdistanê meşandiye di jiyana Besna de xuya dibe.
Malbata Besna 20 sal berê ji gundê Pelisî yê Cizîrê ji ber zilma dewletê koçber bû. Ji ber ku pergala cerdevaniyê qebûl nekir, Sercerdevan Kamil Atak û hevalên wî ku hevkarê dewletê bûn, xaniyê malbata Besna xera kir. Malbata Besna neçar man ku koçî gundê Xarabî yê Hezexê bikin. Malbata Besna piştî li vir bi cih û war bûn û jiyana wan ket rê, dîsa ji ber zilma dewlet û cerdevanan neçar man koçber bibin û hatin li navenda Hezexê bi cih bûn. Malbata Besna ku li taxa Turgut Ozalê bi cih bûn, niha jî xaniyê wan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat xerakirin. Malbata Besna piştî koçî Taxa Turgut Ozalê bûn bi hezar ked û bi hezar zor û zahmetiyê xaniyên xwe ava kirin û bi cih bûn. Lê hêzên dewletê ku bi fermana AKP'ê di 16'ê Sibatê de êrîşî navçeya Hezexê kirin, piştî êrîşên 44 rojan xaniyê wê û gelek xaniyên din xera kirin, talan kirin û wêran kirin. Hêzên dewletê ku li taxên Yenî û Turgut Ozalê êrîşên bi tang û topan pêk anî gelek xanî hilweşandin.
'Ez 3 caran bûm koçer'
Dayika 13 zarokan Besna bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberi dewletê anî ziman û wiha got: "Hikûmet tên guhertin, lê zilma dewletê nayê guhertin. Di serdema 3 hikumetan de 3 caran xaniyê min hat xerakirin. 3 caran ez bûm koçer. 3 caran ez ketim rêyan û ji warê xwe qut bûm. Jiyana min jiyana hovitiya li ser axa Kurdistanê nîşan dide. Dema Tansu Çîller bû serokwezîr Sercerdevan Kamil Atak û ekîba wî xaniyê min xera kir. Em ji cih û warên xwe koçber kirin. Em 3 caran koçber bûn. Lê niha jî hikûmeta AKP'ê xaniyê me xera kir.
'Min bikujin jî ez ji ser axa xwe naçim'
Besna, diyar kir ku dema êrîşa li ser Hezexe dest pê kir dîsa vegeriyan gundê Xarabî yê Hezexê û di mizgeftek xerabe de bi cih bûn û wiha got: "Li ser axa me zorê li me dikin. Hemû tiştên me xera kirin. Dibêjin ji vir biçin. Lê em bimrin jî em ji ser axa xwe naçin. Ez naçim ser ax û warê biyaniyan. Çi dikin bila bikin ez ax û warê xwe terk nakim."
Besna da zanîn ku bi roj tên xaniyê xwe ji nûve ava dikin û dibe êvar jî dîsa vedigerin gundê xwe ye berê.
(rc)