Bêrîtan Canozer: Li girtîgehan her diçe tindî zêde dibe
13:10
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Nûçegihana JINHA yê Bêrîtan Canozer a ku di dema şopandina nûçeyê de girtin ji Girtîgehaa Tîpa E ya Amedê heya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sirgun û tindiya ser jinan vegot. Bêrîtan a ku 101 rojan di girtîgehê de mayî diyar kir ku bi gireva birçîbûnê re tindî hîn zêdetir dibû.
Nûçegihana JINHA yê Bêrîtan Canozer a ku bi 'kelecanê' tê naskirin di 16'ê kanûnê de dema ku nûçeya protestoya qedexeya ser Surê dişopand hatbû girtin. Di 19'ê kanûnê de Bêrîtan girtin û şandin girtîgehê. Bêrîtan da zanîn ku şeva despêkê dema ew girtin nebirin qoyuşê, di hucrê de hêlan. Bêrîtan destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo wê gotiye; "divê tu bi ya me bikê, yan jî ji tiştên çêbibin em ne berpirsin" û bilêv kir ku her roja diçe tindiya ser girtiyan zêde dibe.
'Bi xortuman êrîşî girtiyan kirin'
Bêrîtan bilêv kir ku di girtîgehan de ser girtiyên siyasî tindiyek pir mezin û her roja diçe zêde dibe heye û wiha domand: "Li girtîgehê tindî bi rengên cuda derdikevin. Mînak girtiyê diruşmeyekê bavêje qedexeya hevdîtinê didinê, mehekê nikarin malbata xwe bibînin. Dema ku çalakiya dengderxistinê bikin, li derî bixin dîsan ceza didin. Li Girtîgeha Bakirkoyê me şahiya Newrozê kir. Ji bo wê despêkê cezayê hevdîtinê dan, paşê jî cezayê çalakiyên hindir de dan. Dema ku di girtîgehê de agirê Newrozê vêket êrîşî qoyuşa li kêleka me kirin. Rêveberiya girtîgehê bi artêşek gardiyan ve dan derî. Çawan derî vekirin bi îtifaye ve ketin hindir, bi xortuman li girtiyan xistin, girtiyên di girevê de jî darb kirin û agir vemirandin. Li gel dayîk û mirovên temenê wan mezin jî hebûn bê cudahî tindî li hemûyan kirin."
'Girtî 6 mehan derneketin hevdîtinê'
Bêrîtan destnîşan kir ku piştî di 6'ê adarê de 6 girtiyan ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê firar kirin tindî hîn zêdetirbûn û wiha berdewam kir: "Piştî firaran tindiyek mezin despêkir. Ji serê sibê heya saet 02.00'ê şevê hijmar hebû. Di dawiyê de saet 00.00'ê şevê midurê girtîgehê gazî du hevalên me kir û got; 'Emê bên qoyuşê lêgerînê bikin û hunê dengê xwe dernexin. Emê yek bi yek li nasnamên we binêrin û hunê jî bi dorê yek bi yek xwe bidin nasîn.' Me nerazîbûn nîşanî van sepandinan dan û nepejirand. Ji ber ku me na pejirand roja dinê cezayê hevdîtinê da. Ji ber ser hev ceza dihat bi qasî 6 mehan girtî derneketin hevîdinê."
'Di dema gireva birçîbûnê de em sirgun kirin'
Bêrîtan da zanîn ku firar kirin bihane ji ber gireva birçîbûnê tindî zêde dikirin û wiha dom kir: "Di dema gireva birçîbûnê de em sirgun kirin. Roja sirgunê di saet 07.00'an de hema ketin hindir û navê me xwendin û sirgunbûna me gotin. Em bi komên ji 5 kesan şandin girtîgehên Sincan, Şakran, Bakirkoy û Gebzeyê. Di dema sirgunê de birîndar, dayîk û pîr hebûn, kes ji wan negirtin baldariyê. Em hemû bi rîngan sirgun kirin. Ringa ku ez di têdebûm 10 kes habûn, em hemû di heman cihî de destên me kelepçekirî. 24 saetan em di rê de birin, bi ti awayî kelepçeyên destê me nevekirin. Tenê du car navber danê, di wan navberan de jî her carê sê deqeyan kelepçeyên destê me vekirin. Di rîngan de ne hewa, ne av û ne jî xwarin tiştek nebû. Ji ber rêwîtiya dirêj destê çend girtiyan ji ber kelepçê birînbûn. Kilîda kelepçê di destê girtiyekê re şikest, kelepçeya destê wê hevalê nevekir, destê wê reş û şîn bû em êdî ji kongrenbûnê tirsiyan. Zendê wê reşbû, werimî û her diçu reş bû. Me wê demê banî serlekşkerê wan kir û got ku destê hevala me pir xirabûye, bibin nexweşxanê bila kilîsa kelepçeyê veke leşkerekê bersiva me da û ji me re got; 'Tiştek bi destê min nîne, hindik maye emê bigihin girtîgehê, bêdengbin.' Dema ku me wan hemûyan ji serleşker bi xwe re jî got wî jî got; 'Ez jî li wê bûm min dibihîst.' Ev jî nêzîkatiya leşkeran û serleşkerên wan a keyîfî nîşandida. Dema em çun girtîgehê jî piştî 4 saetan bangî îtfayê kirin û wiha hatin vekirin."
'Nêzî 30 hevalên me rojnamegerên girtî hene'
Bêrîtan herî dawî got: "Bi baldariya rojnamegeran û raya giştî ez niha li vêderê me. Ji bo min û rojnamegerên dinê yên girtî kedek mezin dan. Ez derketim lê hîna 30 hevalên me yên rojnameger di hindir denin. Divê ji bo wan jî baldariya pêwîst bê nîşandan. Ji ber ku wan peyîwira xwe anîne cîh û rastî gotine hatine girtin. Rojnamegerî ne suce û nabe jî. Ji bo rojnamegerên dinê jî derkevin tişta ji destê me bê emê bikin."
(zt)