Hêvî Mistefa: Ez ne endama Yekîtiya Jinên Sûriyê me

13:56

JINHA

EFRÎN - Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê parvekirina wêneyên wê ên ku wek nemzetê rejîmê hatî nîşandan daxuyanî da çapemeniyê. Hêvî got, "Ligel ku ez ne namezet û endama Yekîtiya Jinên Sûriyê me min di lîsteyê hilbijartinê de wek wek namzet nîşan dane û dixwazin bi vê yekê gel bixwapînin û deng bistînin."

Rejîma Baasê ji bo hilbijartina ku wê pêk bîne, Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa wekî namzetê xwe daye nîşandan. Armanca vê yekê gel xapandin û deng standine. Li hember vê îro Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê mijarê daxuyanî da çapemeniyê. Hêvî di daxuyaniyê de diyar kir ku rejîma Baasê ligel êrîş, alozî û mirina bi hezaran sivîl biryarê hilbijartina Meclîsa Gel a Sûriyê daye û wiha got, "Rejîma Sûriyê di pêvajoya desthilatdariyê de li gor berjewendiyên xwe rastî berovajî dikir û li dijî gel bi navê demokrasiyê bikar dianî. Heya niha jî ev polîtîka berdewam in. Tevî aloziyên ku di Sûriyê de didomin, kuştina bi hezarana sivîlan jî, rejîma Sûriyê biryara hilbijartina Meclîsa Gel a Sûriyê daye. Nav û wêneyê min jî di vê lîsteyê de bikar anîye."

Hêvî Mistefa bi bîr xist ku ew Hevseroka Kantona Efrînê ye û wiha pê de çû: "Ev herêm ji rejîmê hatiye rizgarkirin û Ez ne endama Yekîtiya Jinên Sûriyê me û nabim jî. Ji ber ku em dizanin ev yekîtî bi hişmendiya zilam û desthilatdaran kar dike. Em nahêlin ku destketiyên jinên Rojava ji bo xwe bikar bînin."

Daxuyaniya çapemeniyê bi pirsên rojnamevanan û bersiva Hêvî Mistefa bidawî bû.

(fr/rc)