Di 1. festîvala kurtefîlman de sê fîlîm hatin temaşe kirin

14:07

JINHA

EFRÎN - Yekemîn Festîvala Efrîn a kurtefîlman di bin banê Desteya Çand û Huner û TEV-Çanda Demokratîk duh destpê kir.

Bi amadebûna sedan ji gelê Kantona Efrînê, nûnerên saziyên sivîl, nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser û ragihandina cîhanî yekemîn Festîvala Efrîn a kurtefîlman destpê kir. Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di serî de bi ser navê Desteya Çand û Huner a Kantona Efrînê endama kordînasiyona giştî ya festîvalê Şîraz Memo axivî. Paşê bi ser navê TEV-DEM'ê Zelal Ciger axaftin kir. Peyamên ku ji aliyê TEV-Çand ên Rojava û derhênerê sînemayê Idrîs Ebdî ji bo festîvalê hatibûn şandin ji hêla endama TEV-Çand Bêrîvan Dodix ve hatin xwendin.

Di peyaman de giringiya festîvalê ku di nava şert û mercên zehmet ên berxwedana gelê Kurd pêktê, hate ziman. Bal hate kişandin li ser giringiya çalakiyên hunerî ku şoreşê vedibêjin û hate xwestin ku xebatên çand û hunerê re piştgirî were kirin. Herwiha di peyaman de Roja 4'ê Nîsanê ku roja destpêkirina festîvala kurtefîlman jî bû hate pîrozkirin. Paşê sînevîzyonke ji dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê wateya sînemayê hate temaşekirin.

Beriya temaşekirina fîlman, peyamên derhênerên hersê fîlman derhêner Idrîs Ebdî ji Rojhilatê Kurdistanê, Heval Qaso ji Misrê û Weysî Altay ji Bakurê Kurdistanê bi dîtbarî hate pêşkêşkirin. Derhêneran armancên xwe yên çêkirina van fîlman anîn ziman.

Paşê hersê fîlm hatin temaşekirin, fîlmê yekem bi navê 'Tarayî Sor' ê derhêner Idrîs Ebdî tê de kuştina jina kurd Ferînaz Xusrewanî dide nîşandan hat temaşe kirin. Fîlma duyem bi navê 'Ruhê Genim' ê derhêner Heval Qaso bû ku tê de behsa zilm û zoriya ku li ser jinan tê meşandin hat nîşandan. Fîlma sêyem bi navê 'Nûjîn' a derhêner Weysî Altay ye, di naveroka fîlm de berxwedana Kobanê û têkoşîna şervanên ku li dijî DAÎŞ'ê ji bo parastina welat meşandin, hate esasgirtin.

Rêveberê lijneya amadekar a festîvalê Heysem Mistefa derbarê armanca lidarxistina festîvalê ji JINHA'yê re axivî. Heysem got, "Armanca me ji vê festîvalê ew e ku aliyê sînemayê di Rojava de were xurtkirin û pêşxistin, hem jî me dixwest bi rêya vê festîvalê civaka Efrînê bi civakên derdorê re bidin nasîn."

Roja yekem a festîvalê bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd bi dawî bû.

(fr/hs/rc)