Li Koblenz ê jin perwerda jineolojiyê dibînin
14:13
JINHA
KOBLENZ - Li Navenda Jiyana Jinan UTAMARA a li bajarê Koblenz ê Almanya yê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê yên koçberî Ewrupa bûyî perwerda jineolojiyê hat dayîn.
Li Navenda Jiyana Jinan UTAMARA a li bajarê Koblenz ê Almanya yê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê perwerde hat dayîn. Di perwerda ku jinên Rojhilatê Kurdistanê yên koçberî Ewrupa bûne têde amadebûn li ser jineolojî, dîroka jin û giringîya perwerdê giftugo hatin kirin. Perwerde ji aliyê Endama Rêvebrîya KJAR a Ewrupa yê Leyla Ebdewî û Rojnamevan Necîbe Qeredaxî hat dayîn. Hem di alîyê teorî û hem jî li ser ezmûnên têkoşîna jinan li Kurdistanê û Cîhanê giftûgo hatin kirin. Di heman perwerderyê de film û belgefilm li ser têkoşîna jinan hatin nîşan dan. Danustandinên berfireh li ser pirgirêka civakî, rêyên çareseriyê hatin kirin. Rewşa jinên ku bi sedemên siyasî û civakî ketine ser rêya penaberiyê jî hat nîqaşkirin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê di rojên perwerdeyê de nêrînên xwe wiha anîn ziman; "Mijarên hatin pêşkêşkirin ji bo me gelek nû bûn. Em di sistemê de ne tenê van mijaran nebihîstîya, lê sistem dîroka mirovahî û jinan berovajî kirîye."
'Divê jin bi hêz û vîna xwe sudê ji jineolojiyê bigirin'
Ji jinên tevlî perwerdeyê bû Fayze Qadirî destnîşan kir ku zanista jineolojiyê ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê xwediyê giringiyek mezine û wiha got; "Jineolojî ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cihanê pêwistîyeke. Divê em jineolojî nava jinên welatên Îskendinaviya de jî belav bikin. Ji ber ku Jineolojî çavakaniyek girnge ji bo jinan û daxwaz dikîn li wir jî ev perwerde were dayîn. Divê tiştên em li vir hîn bûn bi jinên din re parve biken. Divê cûdahî neken navbera jinên kurd û gelên din. Ez gehiştim encamêk ku jineolojî pir girnge ji bo xwe nasînê. Divê jin bi hêz, derfet û îradeya xwe sûdê ji vê zanistê wergire."
Şîrîn Ehmedî li ser giringiya perwerdê wiha axivî; "Min heya niha perwerdeyeke wisa bihêz nedîtîye, civaka Rojhilatê Kurdistanê ji ber paşverutî û muhafezekarîyê me nekarîye perwerdeyeke wisa bibînin. Vê perwerdeyê derfeta pêşxistina min zêdê kirîye. Hêvîdarim zêdetir jî bikarbim tevlî bibin."
Cemîle Kerîmî jî da zanîn ku ew di nava perwerdê de gelek tiştên giring hînbûye û dê van tiştên girtine bidin jinên dinê jî û wiha domand: "Ez pir tiştên nû hîn bûm. Min berê bawer nedikir ku bibin xwedî raman, gehiştim vê encamê ku bawerîya xwe bihêz û îradeya xwe bînim. Divê hewil biden zêdetir û baştir azad bibin û bawerîyê bi xwe bînin."
Endama Rêvebirîya KJAR a Ewrupa Leyla Ebdewî jî diyar kir ku di dema pêş de wê hejmara perwerdeyên bi vî rengî zêde bikin, bi taybet ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û got; "armanca me avakirina civakeke azad û ferdeke azade. Avakirina civakeke Exlaqî û siyasî li ser bingeha demokrasî, azadî û wekeheviyê ye. Ew jî bi vejîna jinan ku di dîroka 5 hezar salan de li ser destê desthilatdaran, dewlet û bavsalarî hatîye tepisandin."
Rojnamevan û aktîvîsta rêxistinên jinan Necîbe Qeredaxî jî li ser giringiya avabûna jineolojiyê sekinî û got; "Zanista jinnasî -jineolojî zanisteke tenê ne di aliyê teorî de tê destgirtin, îro di piratîkê de felsefeya şoreşa jinê di nava şoreşa Kurdistanê de, jinelojî deryeke fireh û nû li ser azadî li rojhilata navîn û cihanê de vedike. Ev zanista ku berhem û keda bê hempa ya Serok Apo û jinên ku bê dû dilî jîyana xwe di rêya azadî de fedakirin e. Em jî bê dû dilî hem hîn dibin û hem jî hîn dikin. Girnge ku vê berhma hêja û dîrokî bi jinên cihan û Kurdan li derveyî welat bê nasandin û pêkanîn."
(nq/zt)