KJA'yê Wanê têkîldarê îstîsmarê zayendî daxuyanî da
14:28
JINHA
WAN - Kongraya Jinên Azad (KJA) a Wanê di avahiyê Rojînê de li hemberî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya têkîldarî Waqfa Ensarê a "Carekê pêkanîn ji bo saziya ma ya bi xizmetên xwe derketiye pêş nabe hinceta reşkirinê" ku bi îstîsmara zayendî re hate rojevê nerazibûn hat nîşandan û xwest ku bê îstîfa kirin û daxuyanî dan çapameniyê.
Kongraya Jinên Azad(KJA) a Wanê di avahiyê Rojînê têkîldarê Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya têkîldarî Waqfa Ensarê a "Carekê pêkanîn ji bo saziya ma ya bi xizmetên xwe derketiye pêş nabe hinceta reşkirinê" ku bi îstîsmara zayendiya li hemberî 45 zarokan hate rojevê daxuyanî da. Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer Ozturk, Hevseroka DBP'ya Armûsê Rojbîn Bor, Aktıvîstên KJA'ya Wanê, Nunerên Navenda Rojînê, amede bûn. Hevseroka DBP'ê Rojbîn Bor li ser weqfa Ensarê sekinî û got: "Ji bo 10 zarokên Weqfa Ensarê de îddaname hatî qebûl kirin û durîşmaya yêkemin jî li 20'ê Avrelê de seat: 10.00'an de ew ê dest pê bike. Ew pirsgirêkên heyî jî ji bo Tirkiyê tiştekî gelek qirêje."
Rojbîn di berdewamiya axaftina xwe wiha got, "Hikûmeta AKP'ê li ser zarokan sîstem û polîtîkayên xwe pêk tîne. Hikûmeta AKP'ê bi feresata desthilatdariyê û polîtîkayên olî ên 4+4+4 derxistîye holê. Li ser wan polîtîkayan jî zarokati de zawicandin, zarokên xebat dikin zêde dibe. Parlementerên AKP'ê jî astengi derxist. Em kesên ku têkîldarê mijarê çepik dane jî şermezar dikin. Divê rayadarên Weqfa Ensarê îstîfayê xwe bide. Bila bizanin ku em wek KJA'yê dê dozê bişopînin."
(hk-db/rc)