Berxwedana jinên Terolara berdewam dike
14:57
Piroz Zırıg/JINHA
GURGUM - Elewiyên gundê Terolara ya Gurgumê diyar kirin ku, elewî ji ber baweriya xwe rastî surgun û qatlîman tên ji bo wê jî dewlet dixwaze li gundê wan kampan avabikin û gotin ku dixwazin carek din wan ji axa wan penaber bikin.
Li taxa Terolara navçeya Dulkadira ya Gurgumê bi peşêngiya jinan 12 rojin berxwedan berdewam dike. Li herema elewî lê dijîn, plan kirine ku dixwazin kapman avabikin û wê bi vê plana qadê jiyanê teng bikin. Teybetî dixwazin kampa li deverên elewî lê dimînin ava bikin. Armanca dewletê ewe ku li ser navê alîkariyê û bi polîtîqayên asîmîlasyonê, gelê elewî bixin ereb.
Li gel hemu bertekan, li hember derketina gel makîneyên kar hatin û duh welatiyê ku xwestin herin qadê rastî êrîşa leşkeran ya bi gaz û ava şid hatin. Li hember hemu astengiyan welatiyan çalakiya xwe li ber derê Cemeviyê berdewam kirin. Elif Bûnul a 25 salin li gundê Terolar jiyan dike armanca ne xwestina kampê wiha anî ziman: "Me li vêderê jiyanek nû avakiriye. Em ê li hember asîmîlasyonê di berxwedanê de bin. Eger li vê derê kamp bê çêkirin dê pergala me xira bibe. Ev axa me tenê ye, eger ji me bistînin em nikarin jiyan bikin."
Done Goksungur (53) ya ku pêşî kon danî destnîşan kir ku ne tenê huzura gund ya herêmê jî xira dibe û wiha lê zede kir: "Ez 30 salin li vî gundî jiyan dikim. Di her bostek erda gund de keda me heye. Di dêma qatlîama Gurgumê de gel penaberî welatê Ewrupa kirin, em naxwazin carek din heman tiştî jiyan bikin. Gelek jê çun û nema hatin welatê xwe. Ji ber serdegirtinan, em zanin peneberî çiya. Lê yê ku bena vir kîna? Çima bi teybêtî gund? Em cudabûna sunnî, elewî, kurd, tirk nakin, em dîsa dixwazin bi baweriyek jiyan bikin."
'Dewlet derfêtê kar nade'
Done Guneş jî anî ziman ku dewlet ji bo yên bîne kampê derfetên kar amade nake û wiha gotinên xwe dawî kir: "Dewlet kar nade mirovan û wan berbi riyê nebaş ve kaş dike. Ez di fikirim em ê çawa şeva derkevin derve."
(dt/zt)