Ji Şêxmeqsûd bangaweziya lezgîn

14:58

JINHA

HALEP - Ligel agirbestê komên çete bi piştgiriya Tirkiyê êrîşên xwe li ser Taxa Şêxmeqsûd yê bajarê Helebê dikin bê navber berdewam dike. Di êrîşê çeteyan de yê îro jinek dûcanî di navde 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn. Rêveberê Heva Sor a Kurd Elî Hewlêr destnîşan kir ku ji ber ambargoyê dermanên di destê wan de hindik maye û banga alîkariya lezgîn kir.

Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd yê bajarê Helebê dikin. Li ber çavê tevahî cîhanê jin, zarok, kal-pîr û ciwan tên hedef girtin. Di êrîşa çeteyan yê îro de 10 sivî jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bû. Di nava kesên hatine qetilkirin de jina ducanî û zaroka wê heye.

Ji ber ambargoyê derman hêdî hêdî diqede

Ji heyva Îlonê heya niha ambargoya li ser taxê dewam dike û bi taybet ji bo birîndaran zehmetiyên peydakirina dermanan tê dîtin. Zexîre û dermanên ku li hember êrîşan hatibû amede kirin hêdî hêdî li taxê ber bi qedandinê ve diçe. Li hember êrîşan Rêveberê Heyva Sor a Kurd banga alîkariya lezgîn kir. Rêveberê Heva Sor a Kurd Elî Hewlêr diyar kir ku berî ambargoyê alîkariya ku gihêştiye wan ji bo 60 hezar kes xizmetê didin û anî ziman ku ew şîrê hezar û 200 zarokan jî pêşwazî dikin.

Bangawaziya lezgîn

Elî Hewlêr da zanîn ku ji ber êrîşan ew nikarin alîkarî derbasî taxê bikin û destnîşan kir ku rewşa taxê her ku diçe xirabtir dibe. Elî Hewlêr anî ziman ku divê li hember drama mirovahiyê kes bê deng nemîne û banga alîkariyê li tevahî dezgeh û saziyên alîkariyê mirovahiyê kir.

(rc)