Dayîkên Aştiyê ji bo şikandina dorpêçê ber bi Geverê ve dimeşin
15:29
Nîsan
5
/ 2016
JINHA
WAN - Dayikên Aşitiyê yên Wanê ji bo dorpêça Geverê bişkînin derketin rê û gihîştin Elbakê.
Dayikên Aşitiyê yên Wanê ji bo dorpêça li Geverê ya 24 roj in bênavber didome bişkînin di saetên sibehê de ji Wanê ber bi Geverê ve ketin rê. Dayik li gel dorpêça polîsan jî bi paş ve gav neavêtin û bi tilîlî û dirûşman gihîştin Elbakê. Dayikên Aşitiyê li vir ji aliyê rêvebirên HDP'ê ve hatin pêşwazîkirin û ji vir cardin ber bi Geverê ve ketin rê.
(zt)