Li Colemêrgê polîsan êrîşî meşa ji bo pişgiriya Geverê kirin
15:38
JINHA
COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji bo hevgirtina berxwedana Geverê û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kir û Hevserokê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî binçav kirin.
Li Colemêrgê di pêşengiya rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê de ji bo hevgirtina berxwedana gelê Geverê ya ku ev 24 roj in didome û ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Girseya li ber avahiya bajêr a HDP'ê kom bû rastî êrîşa bi ava şid û bombeyên gazê ya polîsan hat. Di êrîşên polîsan de her wiha Hevserokê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî û welatiyek hat binçavkirin. Hîna aloziya li bajêr didome.
(zyd/zt)