Kader li ser wesiyeta xwe li Amedê hat definkirin
16:17
JINHA
AMED - 4 endamên YPS û YPS-JIN ên li Geverê di êrîşên ser rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe jidestdane hatin oxirkirin. Endama YPS-JIN Kader Çoban li ser wasiyeta wê li Amedê hat definkirin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê di êrîşên ser rêveberiyên xwecihî de 4 endamên YPS û YPS-JIN ên di demên cuda de jiyana xwe jidest dayîn li Saziya Tipa Edlî ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhiskirin û ber bi rêwîtiya wan a dawiyê ve hatin şandin. Mûstafa Ekîn, Ferhat Yaşa, Habîb Akar ên ji Amedê û Kader Çobana ji Xîzana Bedlîsê li Amedê bi merasîmeke bi beşdarbûyîna hezaran kesî hatin definkirin. Cenazeyê Habîb Akar ê di saetên sibehê de anîn Goristana Yenîkoyê ji bo definkirinê ber bi gundê wî yê Hasanagayê yê Qerejdaxê ve birê kirin. Konvoya cenaze ji aliyê polîsan ve li ser rêya Riha-Amedê hat sekinandin. Polîsan wêneyê Habîb ê li ser wesayîta cenaze bi hinceta "derqanûnî" ye rakirin, li ser vê malbata Akar bertek nîşandan. Piştî hevdîtinan konvo ber bi gund ve ket rê. Bi hezaran kesên hatin têketina gundê Hasanaga, darbesta Habîb danîn ser milan û ber bi goristanê ve meşiyan. Di dema veguhastina darbestê de girse dirûşmeyên "Şehît namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatil Erdogan" berz kirin.
Ferhat Yaşa û Kader Çobana yên ji Xîzana Bedlîsê, li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Malbata Çoban a li Mêrsînê dijî li ser wesiyeta Kader Çoban a dixwest li Amedê bê definkirin, keça xwe li Amedê definkirin. Darbesta Kader li ser milê jina heta goristanê hat veguhastin. Di dema veguhastina darbestê de girse dem bi dem dirûşmeyên "Qatil Erdogan", "Şehîr namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Kader ji aliyê jinan ve li kêleka Ferhat Yaşa hat definkirin. Malbatan hine li kêlikên Kader Çoban û Ferhat Yaşa kirin û ser gorên wan bi aşrên kes, sor û zer nixumandin.
Piştî rêzgirtinê, dayika Kader Çoban, Kesra Çoban axivî û got, "Ji Kader tirsiyan. Kaderek diçe hezar tên. Bila bitirsin, berxwedêr zaf in. Bila nebêjin me Kader qetil kir, ew dê biqedin. Em naqedin. Ez Erdogan û Davutoglu şermezar dikim. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Lê çi dibe bila bibe em dê serî li ber wan netewînin."
Bavê Ferhat Yaşa, Mehmet Yaşa jî got, "Gelê kurd dê tu carî serî netewîne û ji niha pê ve jî dê qet û qet netwîne."
Ji ber malbata Çoban li Mêrsînê dijî dê konê şînê li Mêrsînê li Mala Şînê ya Dercîmtê bê vedan.
Mûstafa Ekîn jî duh li gundê Zeynîka yê Sûrê bi merasîmek hatibû definkirin. Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî girseya ku wêneyên Mustafa hilgirtin ber bi goristana gund ve meşiya. Mustafa bi dua û dirûşmeyan hat definkirin.
(zt)