Jinên Efrînê dest bi berhevkirina catirê kirin
09:07
JINHA
EFRÎN - Jinan li Efrînê dest bi berhevkirina gîhayê catirê kirin. Emîne Ebdo diyar kir ku gîhayê catirê ji bo gelek nexweşiyan dibe derman û got ew her sal gîhayê catirê berhev dikin.
Gîhayê catirê yê ku li pêjgehên tevahî cîhanê tê dîtin, ji bo gelek nexweşiyan dermane. Yek ji herêmên ku herî zêde gîhayê catirê lê xwedî dibe Kantona Efrînê ye. Efrîn yê ku bi xwazayê xwe a dewlemend tê nasîn, bi dehan cureyên catirê lê tê dîtin. Jinan li Efrînê bi hatina biharê re dest bi berhevkirina gîhayê catirê kirin. Catirê ku 15-30 cm dirêj dibe, di nava xwede mînarelên bingehîn û vîtamînan dagirtiye. Yek ji jinên ku gîhayê catirê berhev dike Emîne Ebdo ye.
'Em her sal catirê berhev dikin'
Emîne diyar kir ku, ew ji dewlemendiya xwezayê xwe sûdê werdigrin û wiha got, "Her sal em diçin catirê ji çiyê berhevdikin. Xwezayê Efrînê bi dewlemendiya xwe tê nasîn. Ji ber dewlemendiya erdnigariyê, fêkî, sebze û gîha lê şîndibe û tên çandin. Em ji vê dewlemendiyê sûdê digrin û girîngî didin tenduristiyê xwe." Emîne da zanîn ku ji ber gîhayê catirê ji bo gelek nexweşiyan dermane ew her dem gîha berhevdikin û wiha domkir, "Catir em dixin nava etûn, zeytûn, mastê kemandî û gelek xwarinan. Catir ji bo penceşêra kolon, tenduristiya çerm, çav û gelek nexweşiyên din dermane."
Sûdê gîhayê catirê
Gîhayê catirê yê ku li ser çiya û zozanan şîndibe, bi qasî 15-30 cm bilind dibe. Rengê pelê wê keskek vekiriye. Catir xwedî gelek cureyên ji hev cudaye. Pelê catirê û kûlîlkên wê di nava gelek xwarinan de tê bi kar anîn. Catir ji bo tendûristiya me mînerall û vîtamînên pêwîst nava xwe de dihewîne. Catir hesin û kalsiyomê jî bi hêz dike. Ev gîha di heman demê gelek vîtamînan nava xwe de digre. Catir ji bo nexweşiyên çav, tenduristiya çerm, penceşêra kolon, bronşîtê, dil, riyê bihên standinê vedike, hestî bi hêz dike û hwd. ji bo gelek nexweşiyan bi sûde.
(fr/lç/rc)