Meclisa Hunermendên Demokratîk xebatên xwe berdewam dike
09:09
JINHA
WAN - Meclisa Hunermendên Demokratîk a di biniya NÇM'ê de xebatên xwe birêve dibe ji bo zindîkirina çanda kurdî xebatên xwe birêve dibin. Taybetî jî jinên ciwan eleqeyek mezin nîşanî qursên erbane, saz û perwerdeyên dinê didin.
Li Wanê Meclisa Hunermendên Demokratîk a ku dibiniya Navenda Çanda Mezibotamiya (NÇM) ê de hatî avakirin xebatên xwe berdewam dike. Dibiniya meclisê de qursên weke erbane û saz rastî eleqeyên mezin tên. Hevseroka Meclisa Hunermendên Demokratîk Hatice Abali diyar kir ku sedema avakirina meclisa wan ji bo ku dengbêjên herêmî dibin banekê de kombibin, bi awayek komîn çanda kurdewariya dibin pencê bişaftinê de hatî hêlan ji nû ve zindîkirinê ye. Hatice da zanîn ku çand û huner yek ji lingên serekeyê jiyana civakiye û got: "Yek ji hîmên bingehin ên ji bo xweseriya demokratîk jênegere çand û hunere."
'Emê bigihin cewhera hunera xwe'
Hatice destnîşan kir ku weke her civakê gelê kurd jî xwediyê çand û dîrokekê ye, di nava de ya herî giring jî dengbêjiye û wiha domand: "Gelê kurd yek ji gelên Rojhilata Navîn ê herî kevne. Em jî di vî aliyî de xebatên xwe birêve dibin. Di roja me de pir giringî nayê dayîna dengbêjiyê, lê em kurd di ferqa giringiya wê denin. Li Kurdistanê hîna çanda dengbêjiyê xwe dide jiyankirin, emê xwe bigihînin çavkaniyên wan kilamên ji guh derbazî guhan bûyî. Weke meclis ji bo cewherê çand, huner û dîroka xwe derxistinê emê lez bidin xebatên xwe."
'Her jin divê perwerda erbanê bibîne'
Xwendekara qursa erbanê Gul Bor a 17 salî bilêv kir ku divê her jin beşa dîroka erbanê bizane û wiha berdewam kir: "Dema ku min di destê jinan de erbane didît pir kelecanî dibûm. Erbane pir li jinan tê. Ez bi rêya hevalên xwe hatim vêderê. Li gel ku demek kine ez têm vêderê lê ji bo min pir germ hat. Ji ber navendek pir xweşe ev der. Xwezî hemû jin hatibana vêderê û qursa erbanê dîtibana. Dibe wê demê em ji koletiya giran a ser me heyî rizgar bibin."
'Divê jinên ciwan bikarin xwe bînin ziman'
Zeliha Şahinkaya ya ku berê qursa erbanê dîtî jî destnîşan kir ku erbane ji bo jinan gelek giringe û wiha dom kir: "Erbane bê şerm lêxistina dengek azade. Ez wateyek wiha didim erbanê. Tayîbetî jî li ser erbanê piranî fîgurên heyî şekil û sîmayê jinanin, bi nêrîna jinê hatiye çêkirin û ji bo wê jî herî zêde li jinê tê. Divê tayîbetî jinên ciwan xwe di her qadê de îfade bikin. Ez dixwazim hemû jin beşdarî van xebatên me bibin."
(zt)