Eylema Can: Tirkiyê ket nava goristanê

09:51

JINHA

STENBOL - Aktîvîsta Koma Piştevaniya Lêgerîna Edeletê Eylem Can got, "Tirkiyê bi temamî di rewşek ku ketibe goristanê de ye. Li vir cihê mirov bendê mirinê ne, karker tên kuştin. Bi vê pirtûkê re em dixwazin bibin dengê mirovan."

Her çiqas Serokomar Recep Tayîp Erdogan cînayetên hûndirîn wek 'fitrat û qeder' bi nav bike jî, di bin navê qazayên kar de cînayetên ku wek fitrat û qeder tê diyar kirin zêdetir dertê pêşbirê me. Ji teqîna OSTÎM'a Enqerê heya, teqîna atolya mayatapa Davutpaşa, ji cînayetên karkeran ên ji Soma heya Ermenekê dewam dike û derbarê çareserkirina van aloziyan de tu gavên berçav nayê avêtin. Li hember binpêkirina mafê karkeran gelek têkoşîn hatin despêkirin, lê encam ne hat girtin.

'Ji bo em dengê malbatan bidin bihîstandin dixebitin'

Aktîvîsta Koma Piştevaniya Lêgerîna Edeletê Eylem Can diyar kir ku têgîn cînayetên kar ji sala 2008'an bi teqîna Davutpaşa re ketiye rojevê û wiha got, "Di teqîna Davutpaşa hiqûqnas ligel malbatê têkoşîna edeletê dan meşandin. 'Wek Koma Piştevaniya Lêgerîna Edeletê' me xwest em dengê malbatan bidin raghandin. Di encama civînek bi malbatan re me biryar da ku em rojnîşa kesên dibin qurbanê cînayetên kar bigrin." Eylem da zanîn ku armanca wan cînayetên tên kirin ne dayîna ji bîrkirine û wiha domkir, "Li şûna têgîna 'qezayê kar' têgîna 'cînayetên kar' hîn rastire û divê wiha bê fêmkirin. Têgîn kîlîta ramanên me diyar dike."

'Karker rêxistinkirî ango ne rêxistinkirîbe jiyana xwe ji dest dide'

Eylem qala pirtûka Rojnîşa Cînayetên Kar kir û wiha pêde çû, "Di beşa yekem de raporên cînayetên kar cih digrin. Me di pirtûkê de nîşan kir ku Dadgeh ne alîgirê karker alîgirê kesê ku kar didê ye. Tevahî karkerên ku bêy sîgorta em navaroka jiyanê wî lêkolîn dikin. Tevahî dozên karkeran dişopînin. Ji ber ku mixabin karker rêxistinkirî ango ne rêxistinkirîbe jiyana xwe ji dest dide. Em hem birînên malbatan dixwazin derman bikin hem jî em dixwazin pêşî li cînayetên kar bigrin."

'Tirkiyê ji kuştina karkeran û bendê mayîna mirinan pêk tê'

Eylem destnîşan kir ku li gorî rapora AKUT'ê îsal herî kêm 700 karker jiyana xwe ji dest dane û wiha dawî li gotina xwe anî, "Tirkiyê bi temamî di rewşek ku ketibe goristanê de ye. Li vir cihê mirov bendê mirinê ne, karker tên kuştin. Bi vê pirtûkê re em dixwazin bibin dengê mirovan. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de em bikaribin mirinan jî asteng bikin."

(rc)