'Ez ê xwe bidim ber kepçê lê berxwedana xwe terk nakim'

10:32

JINHA

AMED - Dayîka Nazîme bertek nîşanî biryara ku dewlet lêzgînî Sur xist malê dewletê û wiha got, "Ev 30'î sala em li hember avakirina TOKÎ'yê berxwedidin. Ez ê xwe bidim ber kepçê lê destûr nadim malê min xirab bikin."

Bi mehane li bajarên kurdan di bin navê 'Qedexeya derketina derve' de sûcê mirovahiyê pêk tê û Lijneya Wezîran li Sûr û Silopiyê berê biryara 'Qadên bi rîsk' girt û piştre biryara 'îstîmlaqa lezgîn' girtin û bi hezaran malên kurdan desteser kirin. Gelê Surê li hemberî tevahî zextên dewletê malê xwe terk nakin û çima ev biryar hatiye standin dipirsin. Nazîme Karadeniz (61) diyar kir ku ew naxwazin carek din malê wan ber çavê wan bê xirab kirin û wiha pêde çû, "Berî niha xwestin TOKÎ çêkin, lê li hember wan me li berxwe da. Em ê li ber xwe bidin û em destûr nedin dewletê ku malê me hilweşînin. Ez dixwazim bêhna xwe yê dawî li xaniyê xwe bidim. Pêwîst be ez ê bimrin lê dîsa ez mala xwe nadim tu kesî."

'Berxwedana 30'î jin hilweşanê asten kir'

Nazîme diyar kir ku ew 30'î jin li ber kepçe sekinîn û nehiştin malên wan bê hilweşandin û wiha berdewam kir, " Me malên xwe ne firotin ne hişt ku bê hilweşandin. Em ê li ber xwe bidin û em malê xwe nadin. Me 4 heyv dibin dengê tang, top û çekan jiyan kir. Lê dîsa nagihêjin daxwazên xwe. Em ê dîsa bikevin pêşiya vîncê û destûr nedin malên me xirab bikin."

'Malê kî ji kê distînin'

Nazîme wiha dawî li gotina xwe anî, "Malê kî ji kê distînin. Pêwîst be ez ê xwe bidim ber kepçê lê cardin destûr nadin ku malê min bê xirab kirin. Ez ê dîsa bikevim pêşiya kepçê û em ê li ber xwe bidin û destûr nadin ku malên me xira bikin. Dewlet heman zilmê dike wê nekaribe bi heman perê me bistîne."

(dt/rc)