Li Amedê jinek bi guleyê polîsan birîndar bû

10:50

JINHA

AMED - Li Amedê polîsan mudaxaleyî çalakiyê kirin, derdor gulebaran kirin û di encamê de ciwana bi navê Sema Çelîk (17) birîndar bû. Sema ya ku bi guleya polîsan ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Peyasa Amedê di saet derdora 21:00'an de polîsan ciwanek birîndar kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku komek ciwan ji bo çalakiyê li kolana Sitki Goral kom bûn û polîsan raste rast ciwan gulebaran kirin. Polîsan ji wesayîteke Torosa Spî gule reşandin û di encamê de ciwana bi navê Sema Çelîk a 17 salî ji serê xwe birîndar bû.

Welatiyan Sema rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û hat ragihandin ku rewşa Sema sewqî beşa lezgîn kirin, rewşa Sema giran e û xetereya jiyanê dewam dike.

(rc)