'Em ê şopdar û parazvanên parastina cewherî bin'

11:58

JINHA

AMED - Ji Pîrabokên Kampûsê Pinar Kuçukkaya banga rêxistinbûnê li hember tacîz û tecevûzên ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêk tê kir û wiha got, "Çewan ku hevalên me li Tirkiyê jinan diparêzin, em ê jî li Kurdistanê biparêzin. Piştî parastinê hevgirtinên ku di nava jinan de pêk hatî, em dibêjin ji jinan bitirsin."

Li hember pergala desthilatdariyê yê tacîz û tecevûzan bê ceza dihêle jinên ciwan perwerdeya parastina cewherî dibînin. Jinên ku rêxistinbûnên xwe berfireh dikin, bi mînakên piştevaniyê jinên ciwan tacîzkar û tecevûzkar tên teşîr kirin. Herî dawî Pîrabokên Kampûsê li Zanîngeha Enqerê mêrê ku tacîz pêk tanî teşîr kirin. Li ser vê di tora civakî de jin piştevaniyek mezin dan parastina cewherî. Jin di qursan de li hember zîhniyeta tacîzkar û tecevûzkar li her qadê jiyanê xwe bi rêxistin dikin. Jinên ku li Kurdistanê xwe bi rêxistin dikin, diyar kirin ku, tevahî jin di têkoşînê de yekin û wiha gotin, "Çewan ku li Tirkiyê têkoşîn li hember tacîzkar û tecevûzkaran tê dayîn, li Kurdistanê erka parastinê dikeve ser milê me. Bila ji me û tevahî jinan bitirsin êdî."

'Me parastina cewherî li hember zîhniyeta desthilatdariyê pêşxist'

Ji Pîrabokên Kampûsê Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Pinar Kuçukkaya got, "Teşîra ku li Enqerê pêk hatiye gelek ket rojevê. Wek Pîrabokên Kampûsê li hember tacîzkar û tecevûzkaran em ê parastina cewherî pêk bînin. Jin li kolan, mal û her qadê jiyanê tê bê îrade kirin û rastî her cureyê şîdetê tên. Wek jin li hember her cure şîdet û tacîzan em ê parastina xwe yê cewherî pêk bînin. Ji ber zîhniyeta desthilatdariyê bûyerên ku jin rastî wê tên ditirsin vebêjin. Kîjan jin ji aliyê hevjîn û bavê xwe rastî şîdetê were, parastina cewherî şerte. Niha li her deverê Tirkiyê me qursên perwerdehiya parastinê vekirine. Li vir jî di demek nêzde wê qurs bên vekirin. Çewan ku hevalên me li Tirkiyê jinan diparêzin, em ê jî li Kurdistanê biparêzin. Piştî parastinê hevgirtinên ku di nava jinan de pêk hatî, em dibêjin ji jinan bitirsin."

'Ji vir û pêve têkoşîna jinan wê bi hêztir be'

Endama Jinên Ciwanên Demokratîk û Azad (ODGK) Hatîce Dag destnîşan kir ku ew dixwazin parastina cewherî belavî tevahî qadan bikin û wiha domkir, "Em li hember şîdet û tacîzên ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêk tê têdikoşin. Em teşîrkirina ku li Enqerê pêk tê mînak digrin û li Kurdistanê jî vê yekê em ê pêk bînin. Bi têkoşîna xwe em ê wan hevalên xwe ên Enqerê silav bikin û piştevaniya xwe xurt bikin. Em ê wek jin ji vir û pêve têkoşîna xwe mezintir bikin."

'Parastina cewherî navê bilindkirina têkoşînê ye'

Xwendekara Zanîngeha Selahadîn Eyyûbî û endama Jinên Ciwanên Demokratîk û Azad (ODGK) Zelal Fahrîoglu wha qala Jinên Darê Sor(Kızıl Sopalı Kadınlar) kir, "Li hember qirkirina zayendî jinan ji bo parastina cewherî Jinên Darê Sor avakirin. Tacîzkar û tecevûzkar wê ji darê jinan rizgar nebin. Di serî de jinên ciwan û tevahî jin em banga rêxistinbûn û têkoşîna li hember tacîzkar û tecevûzkaran dikin. Darên Sor ên ku li Dersîm, Dîlok û Amedê hesab ji tacîzkaran dixwazin, li Îzmîr, Antalya û Erzînganê di çalakiyê dene. Parastina cewherî navê bilindkirina têkoşînê ye. Bilindkirina têkoşînê bê guman wê bi pêşengiya tevgera jinan pêk were. Êdî dem hatiye ku jinên ku ji kolanan ditirsin, profîla jinên ku bi çek parastina xwe dikin û Jinên Darê Sor berpisyariya wan digrin bê avakirin."

(rc)