Nûçegihanê DÎHA li Cizîrê hat binçavkirin

11:59

JINHA

ŞIRNEX - Nûçegîhanê DÎHA yê Cizîrê Firat Duymak, dema ji malê derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat îdîakirin ku polîsan gotiye "Em dê te bibin seyranê". Bavê Firat Duymak jî di jêrzemîna hovîtiyê de hatibû qetilkirin.

Nûçegîhanê DÎHA'yê a Cizîrê Fırat Duymak, dema serê sibê ji mal derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan Firat xistin maşîneya zirxî û gotin "Em dê te bibin seyranê". Nehat zanîn ku Firat birin kur. Bavê Firat Duymak Mahmut Duymak jî di jêrzemîna hovîtiyê ya Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin.

Hevserokê MEYA-DER'a Botanê Mele Kasim Yigit jî li ser kolana Nisêbînê hat binçavkirin.

(rc)