'Hêzê' dewletê vê carê wê li ser girtiyên siyasî bê nîşandan!

12:16

JINHA

KOCAELÎ - Girtiyên PAJK'ên ên di Girtîgeha Girtî yê Gebzeyê destnîşan kirin ku di demên dawî de tundî li girtîgehê zêde bûne û gotin, gardiyan bi gotinên 'Hûnê hêzê dewletê' bibînin' gefan li wan dixwin.

Girtiyên PAJK'ê ên di Girtîgeha Girtî yê Gebzeyê de bi riyê hevdîtina agahiya ku li girtîgehê asta tundiyê gihêştiye jor hat parvekirin. Jinên girtî diyar kirin ku gardiyanê bi navê A.A, H.A. û S.I li nava qowişan digerin, dest datînin ser kulîlkên hatine çandin û wiha gotin, "Avê me yê gerim bi aweyek keyfî tê birîn. Dema ku em bertek nîşanî vê yekê didin, gardiyanên jin bi gotinên "Ji vir û pêve hûnê hêzê dewletê bibînin" gefan li me dixwin. Her wiha bi gotinên 'em çewan dixwazin wiha dikartin li hember we tevbigerin' dixwin."

Di nava agahiyan de her wiha hat gotin ku girtiyên jin ên ku bi dorveger di greva birçîbûnê dene, gava ku diçin hevdîtinê her dem rastî tacîza devikî tên û hat gotin 5 girtiyên jin ên ji Amedê hatine sûrgun kirin destê wan bi kelepçe rastî lêgerîna zirav yê gerdiyanên mêran tên.

(dt/rc)